Tenê li agirê Nisêbîn û Mahsertê temaşe dikin

  • 15:17 10 Tebax 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Agirê li gundên Navçeyen Nisêbîn û Mahsertê bi çoltarê ket, zerarek mezin da bax û bostanên welatiyan. Li herêma ku agir zerarek mezin da welatiyan û xwezayê esker û cerdevanan tenê agir temaşe kir. 
 
Li gundê Bafava yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agir bi daristan, dahl û rezên welatiyan ket û zerarek mezin da welatiyan. Ji ber ku agir nehat vemirandin, agir li gundên Xirba Şeyhmahmud, Bîra Mezrê, Şûrê û Edo belav bû û daristan, dehl û rezên welatiyên gundan tev şewitî. Ji ber ku maşîneyên agir vedimirine û yekîneyên îtfaiyê têr nekirin agir belav bû. Heta ku welatiyan agir vemirand, qadek mezin şewitî û agir zerarek mezin da bag û bostanê welatiyan. Piştî hewldana welatiyan û yekîneyên agirkujê, şewata li gundê Xirba ŞêxMahmûd di saetên şevê de hat vemirandin. Agirê ku heta sînorê navçeya Mahsertê belav bû, piştî agir gihşt sînor esker ketin nava tevgerê. Piştî gundiyên herêmê li hev kom bûn bi zorê hat vemirandin. Agirê li herêma Bafava didome. Hat diyar kirin ku esker û cerdevan li vir mudaxale nakin û tenê temaşe dikin. 
 
Herêma ku agir pê ket dahl, rez û bostanên welatiyan zerarek mezin dît.