‘JES ne ji bo enerjiyê ji bo tunekirina qadên çandiniyê ye’

  • 09:06 1 Îlon 2019
  • Ekolojî
MANÎSA - Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî Şeçîl Ege Degerlî da zanîn ku bi piştgiriya Walîtî û şaredariya Salîhliyê JES bi awayekî dijhiqûqî tên çêkirin û wiha pê de çû: “Axa dewlemend a herêma Egeyê di bin navê hilberandina enerjiyê de ji çandiniyê tên dûrxistin.”
 
Li navçeyên Salîhlî, Alaşehîr û Sarigol, tê plankirin ku 3 santralên enerjiya jeotermal (JES) û 300 çalên ji bo santralan bên çêkirin. Biryara ‘ÇED hewce nake’ ya berê hatibû girtin, pêvajoya dadgeha wê didome û şîrketa Enerjiyê ya SANKO, li gundê Hacibektaşli maşîneyên xwe yên kar bi hevkariya cendermeyan bi cih kir. Gelê li dijî cendermeyan berxwe da jî rastî êrîşê hatin, hatin binçavkirin û maşîneyên kar yên 50 TIR’î li qadê hat bicihkirin.
 
Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salîhliyê parêzer Seçîl Ege Degerlî da zanîn ku bi piştgiriya Walîtî û Şaredariya Salîhliyê dijhiqûqî didome û welatî jî berxwedana xwe li dijî vê didomînin. Seçîlê daxuyakirin ku JES çandiniyê tune dikin û pêşî li ber girêdayîna bi welatên derve vedike, polîtîkayeke binpêkirinê ye.
 
‘Şaredarî û Walîtî ligel sermayê ne’
 
Seçîlê wiha got: “Şîrketa SANKO bi piştgiriya Walîtiyê ligel cendermeyan dest bi faaliyetê kir. Şaredariya Salîhlî jî peywira xwe ya cemaweriyê neanî cih û ji gel re derew kir. Di tabelayan de hat gotin ku tê armanckirin ku bajar bê germkirin. Serlêdana ji bo şaredariyê hatiye kirin ji bo ceyranê ye. Em rastiya vê nîşan bidin jî ev dijhiqûqî ye. Ji bo pergala germbûnê tu serlêdan tune ye.”
 
‘JES çandiniyê tune dike’
 
Seçîlê her wiha daxuyakirin ku li herêmê JES'ê bikevin nava faaliyetê jî hewcedariya enerjiya giştî ya Tirkiyeyê ji sedî 2 peyda dike û got: “JES her wiha zirarek mezin dide çandiniyê. Em dibêjin ku ev polîtîka çandiniyê tune dike. Di bin navê enerjiyê de ji çandiniyê dûr dixin. Ev jî tê wateya ku me derve re girê didin. Projeyên JES di alî zanistî de jî tê zanîn ku rê li ber pençeşêrê vedike. Wê nebatan, avê, hewayê û axê jehrî bike.”
 
Seçîlê got emperyalîzm di pêvajoya sermayebûnê de xwezayê qetil dike û tiştên li Heskîf, Çiyayên Kaz, Gedîzê tên kirin jî vê nîşan dide û wiha pê de çû: “Ev proje bi pereyên mezin tên kirin. Em dizanin ku projeyên Alaşehîr, Sarigol jî tê de JES’ên tên çêkirin ji aliyê Bankaya Pêşvebirina Ewropayê ve piştgiriyê dibînin û kredî vebûne. Em nizanin ku razandina van çawa ye, gelo wek hîbe tên dayîn. Civînên bankayê li Alaşehîr û Sarigol jî çêbûn. Em jî tevlî bûn, me protesto kir û em veqetiyan.”
 
‘Xebata tespîtê dike’
 
Seçîlê di dawiyê de wiha got: “Li qada di nav gundên Kabala, Kabazla, Hasalan, Caferbeylî, Hacibektaşli xebatên çalan tên meşandin. Maşîşneyên kar bi awayekî dijhiqûqî ketin gundê Hacibektaşliyê. Xwediyên erdan bi daxwaznameyê serî li qeymeqam dan. Serî li dozgeriyê dan. SANKO’yê vê carê bi maşîneyên kar ên Salîhlî rê vedikirin. Ev der jî li gorî plana îmarê wek dibistan tê dîtin. Em plana îmarê lêkolîn dikin. Pêvajo bi awayekî dijhiqûqî didome. Qeymeqamtiya Salîhlî ya divê tedbîr bigirta li vir xebatên tespîtê dike.”