Bertekên li hemberî talankirina xwezayê: Bêhna me diçike

  • 09:07 11 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
Rojda Aydin - Nûjîn Nazlican Yildiz
 
WAN - Jinên Wanê, bertek nîşanê qirkirina xwezayê dan û anîn ziman ku bi birîna daran re qadên zindiyan tune dikin û gotin: "Em piştgirî didin berxwedana welatiyên ku xwedî li Cûdî û Akbelenê dedikevin. Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin."
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina daristanan didome. Berxwedana li dijî qirkirina daristanên Akbelenê yên li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Muglayê jî didome. Leşkeran daristanên Çiyayê Cûdî dişewitînin cerdevan jî darên mayî dibirin. Şewitandina daran û birîna daran ji hêla welatiyan ve tê astengkirin. 
 
Jinên Wanê jî bertek nîşan dan û gotin ew piştgirî nîşanê berxwedana Cûdî û Akbelenê didin.  
 
Xwedî li xwezayê derkevin 
 
Beyza, anî ziman ku şûna ku xweza bê xweşikkirin, zêdetir tê xirapkirin û texrîp kirin. Beyza, destnîşan kir ku xwezaya ku tê texrîpkirin de zindiyên dijîn jî hene û wiha domand: “Ji bo wan zindiyan jî birîn û şewitandina daran zirarek mezin e. Ji ber vê yekê em dixwazin mudaxeleyê vê yekê bikin û qirkirina xwezayê bidin sekinandin. Cihê jiyanê yên zindiyan tê tunekirin. Mafê wan zindiyan jî heye ku di xwezayê de bi awayek azad bijîn. Cihê jiyanê tê tunekirin û berê mirovan didin metropolan. Welat vedigûherînin wek çolê. Hemû cihê dikin beton. Qadên seyranê tên tunekirin. Ger xweza bê tunekirin dê xweşikbûna xwezayê jî bê tunekirin. Li Tirkiyeyê xweza ber bi tunebûnê ve diçe. Em xwedî têkoşîna Akbelen û Cûdiyê derdikevin. Em jî piştevaniya Akbelen û Cûdiyê dikin. Em naxwazin ku xwezaya me bê tunekirin. Pêşiya vê qirkirina xwezayê bê girtin. Rewşa dinyayê ber bi xirabûnê ve diçe. Banga min ji bo gel ew e ku xwedî li xwezaya xwe derbikevin. Bila xwezaya me neyê tunekirin. Xweza pêşeroja zarokên me ye.”
 
‘Em li dijî qirkirinê ne’
 
Ebrû Tûrap jî diyar kir ku her darek weke mirovekî ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku her darek bêhnek e. Ji ber vê yekê li dijî vê qirkirinê me. Lewra jî divê dewlet li dijî vê yekê tedbîrê bigire. Ger neyê girtin em ê bê dar, bê oksîjen û bê bêhn bimînin. Ji bo kesên pêşerojê re dê tu tiştekî nebîne. Xeynî rewşên neçariyê, divê pêşiya birîna daran bê girtin. Kesên ku dibirin jî divê bi awayek herî giran bên cezakirin. Xweza qada me ya jiyanê ye. Ger ku xweza, dar û bêhna me tunebe em ê nekaribin bijîn. Em ê bê bêhn bimînin. Ji ber gelek qadên xwezayê vegûherî betonê bi xwe re rewşên neyînî jî anî. Em li dijî tebîata xwezayê tevdigerin. Sedema baran, lehî û hezazê ji ber tunekirina daran e. Ji ber ku dar pêşiya kerasetên xwezayî re dibe asteng. Mînak li vê aliyê gelek zêde bûyerên aşîtê pêk tên û divê piştî vê yekê dar bên çandin ku pêşiya van bûyerên xwezayî bê girtin. Berovajê birîna daran, divê cihên ku dar tunene dar bên çandin. Divê em çandina daran zêde bikin. Ji ber vê yekê jî divê tedbîrên pêwîst bên girtin. Divê gelê me zêdetir zanist be. Îro xwezaya me tê talankirin û şewitandin û bi vê yekê re kezeba me jî dişewite. Divê wek gel em pêşiya vê yekê bisekinin. Divê em her darek bikin şûna mirovekî. Siya her darekî me hênik dike. Oksîjena wê darê me aram dike. Bifikirin ku di nava çolêkî de ne û nikarin bêhnê bigirin. Birîna daran heta dibe sedema pirsgirêkek derûnî. Divê em her derê şîn bikin."
 
‘Bi çi armancan daran dibirin?' 
 
Ayşe, da zanîn ku ger ku dar bên birîn û xweza bê tunekirin dê mirov jî bimirin û wiha axivî: “Ger ku em îro bêhnê distînin bi saya xwezayê digirin. Ji ber vê yekê jî em li dijî qirkirina xwezayê ne. Em naxwazin xwezaya me bê tunekirin. Qada jiyanê vedigûherînin betonê. Beton ne çareseriye. Ez niha li vir nikari bêhnê bistînim. Lê cihê mala min şînahî ye. Dema ku diçim wir gelek kêfxweş dibim. Armanca wan çiye ku wan daran dibirin? Ez cihanek bê dar nafikirim. Ji bo tu zindiyek ev ne başe. Birîna daran tê wateya tunekirina welat û mirovan. Ev pirsgirêkek mezin e. Bila rayedar peywira xwe bi cih bînin û pêşiya vê birîna daran bisekinin. Bila zirarê nedin cihên xwezayê. Ger ku li wir darek heye, bila li cihê xwe bimîne. Bila dest nedinê. Bila xwezaya me bê parastin. Em jî piştevaniya Akbelen û Cûdiyê dikin."
 
‘Em piştevaniya Cûdî û Akbelen dikin’
 
Fatma Ûçar jî destnîşan kir ku ew naxwazin dar bên birîn û xweza bê tunekirin û wiha pê de çû: “Çima daran dibirin? Ew dar ji bo me jiyan e. Ji ber xwezayek me yek xweş heye dikarin biçin seyranê. Em di nav wê xwezayê de, li ser wê xakê nikarin her tiştî biçinin. Îro jiyan tê tunekirin. Bila dev ji birîna daran berdin. Xweza jiyana me ye. Qadên rûniştinê jî tên tûnekirin. Dema siya darê hebe mirov dikare bin darê de rûnê. Em piştevaniya berxwedana Cûdî û Akbelen dikin.”  
 
‘Xwedî li xwezaya xwe derbikevin’
 
Fatma Yildiz, daxuyand ku bila xweza neyê tunekirin û wiha got: “Darên me neyên şewitandin û birîn. Em dev ji baxçe û xwezaya xwe bernadin. Dema em dibînin xwezaya me tê şewitandin dilê me dişewite. Em naxwazin darên me bên birîn. Bila hemû kes xwedî xwezaya xwe derbikevin.”
 
‘Bila zilmê nekin’
 
Hamîde Torûn jî wiha bertekên xwe anî ziman: “Îro li gelek deverên welat dar tên birîn û şewitandin. Îro her êriş li ser xwezaya me tê kirin. Em êdî aramiyê dixwazin. Bila dest nedin xwezaya me. Bila hemû kes xwedî xwezaya xwe derbikeve. Dar û welatê me tê tunekirin. Dewlet bila pêşiya birîna daran bigire û zilmê nekin.”
 
'Hevsengiya cîhanê xiradikin' 
 
Behîce Yilmaz a ku di salên 80’î de ji ber polîtîkayên wê demê neçar maye koçberê Wanê bibe, destnîşan kir ku îro jî ji ber qirkirina xwezayê gel neçar dimîne berê xwe dide bajaran. Behîce, da zanîn ku îro hevsengiya cihanê tê xirapkirin û got: “Gel ji neçariyê berê xwe didin bajaran. Lê em li dijî qirkirina xwezayê ne. Em naxwazin xwezaya me bê tunekirin. Bila dawî vê zilmê bînin, êdî bes e. Bila hemû kes xwedî li xwezaya xwe derkeve.”