Marînûs 5 roj in dişewite
- 14:41 14 Tebax 2023
- Ekolojî
COLEMÊRG - Li çoldera gundê Marînûs a girêdayî Colemêrgê 5 roj beriya niha şewata ku derket berdewam dike û di encama şewatê de gelek dar şewitîn.
Li çoltera gundê Marînûs a Colemêrgê di 10’ê Texabê de şewata ku derket 5 roj in bê navber didome û gelek dar şewitîn. Komên agirkujê piştî 5 rojan mûdaxeleyê agir kirin û her wiha şewat hat rawestandin. Her wiha şewat li gelek cihan ji ber ku rêya çûyîn û hatinê tuneye nayê mudaxalekirin û her diçe belav dibe.