Di erdhejê de em ê çawa xwe ji nava kavilan û kîmyasalê rizgar bikin?

  • 09:03 22 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
 
Habîbe Eren
 
BURSA - Gelek caran tê nîqaşkirin ku erdhej wê li ku pêk bên, çiqas xurt bin û wê bandoreke çawa bikin. Lêbelê, nayê nîqaşkirin ku di dema erdhejê de dê madeyên xeternak bibin sedema çi. Şêwirmenda Ewlehiya Madeyên Xeternak (TMGD) Candan Goz, diyar kir ku li Bursayê Tesîsên Pîşesaziyê û cihên niştecihbûnê di nava hev de ne û ew hişyarî da, "Em li kêleka bombeyê dijîn."
 
Tirkiye di erdheja 6'ê sibatê ya ku navenda wê Mereş bû ku li  11 bajaran bandora xwe kir de, felaketeke mezin dît. Gelek caran pispor dibêjin ku îhtîmala li Marmarayê erdhejeke ji ya Mereşê hêza wê  zêdetir dê pêk bê û dê bibe sedema felaketeke mezin. Ji bilî wêraniya erdhejê, bandora madeyên xeternak ên di dema erdhejê de ne ji aliyê pispor û ne jî ji aliyê raya giştî ve zêde nayên nîqaşkirin. Ji ber ku haya me gelek ji vê yekê tune ye. Ji ber madeyên xeternak ên ku tê de hene, kargehên li seranserê Tirkiyeyê, bi vî awayî, wekî bombeyên razandî  dixebitin.
 
Bursa bajarekî pîşesaziyê ye û ew jî li herêma erdhejê ye. 14 xwtên wê yên Fayê yên wekî Gemlîk, Înegol, Uluabat û Zeytînbagi hene ku aktîfin. 18 herêmên wê yên  Pîşesaziya hene û dixwazin van herêman derxînin 23'yan.  Ji bilî Herêmên Pîşesaziyê, hema bêje hemû kargehên di navbera taxan de bi deverên niştecihbûnê û bi giştî li deverên ku zemîn ne saxlemin. Kargehên ku li Herêmên Pîşesazî yên navborî de cih digirin, di warên wekî çerm, kozmetîk, plastîk û otomotîvê de dixebitin û gelek madeyên xeternak têne bikaranîn. Dema ku mirov li ser bermahiyên erdhejê bihizire, di heman demê divê  ku meriv bizanibe bi bermahiyên kîmyewî ber bi tunebûnek bêveger ve diçe.
 
Endama Kolektîfa Avê ya Bursayê, Şêwirmenda Ewlehiya Madeyên Xeteredar (TMGD) Candan Goz ku li ser têkiliya erdhej û madeyên xeternak lêkolîn kiriye û di vê mijarê de raporek amade kiriye, hem rapor û hem jî têkiliya erdhejê û madeyên xeternak nirxand.
 
Nayê zanîn ku çend ton madeyên xeternak di kargehan de hene
 
Rapor bi gotinên “Eger niha erdhejek çêbibe û hûn beşek ji Tirkiyeyê bigirin; çend ton û kîjan madeyên xeternak di kargehan de hene; Kes nizane çend ton û kîjan  madeyên xeternak li ser rêyan di tevgerê de ne û di kîjan pozîsyonê de ne ” dest pê dike. Di berdewamiya raporê de ev pirs tê kirin: “Em difikirin ku dibe em di xaniyên xwe yên ku baweriya me pê nayê de di bin kavilan de bimînin. Lê em îhtîmala ku Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê werin û me rizgar bikin paşguh nakin, lê wek AKSA'yê heke gazên jehrî belav bibin, tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê nikaribin bikevin wê herêmê; Yên ku ji erdhejê xilas bibin dê bi jehrê bimirin. Haya me hemûyan jê heye?"
 
Di erdheja 1999’an de şewat û belavbûna gaza kimyewî
 
Rapor bi balkişandina li ser du bûyerên girîng ên di erdheja 1999’an de qewimîn dest pê dike. Ya yekem Agirê Tûpraşê belav bibe. Di dema erdhejê de pixêriya 115 metreyî ya yekîneya nefta xam di firinê de bi 350 pileyî  nefta xam a bi zexta 8 kg bi ser de tê xwarê û di heman demê de di şewata ku derdikeve de 6 tankên naftê û 4 tankên piçûk dişewitin.  Di  tankên din ên petrola xam û hilberên petorlê de çêdibin. Ji ber erdhejê xetên ava Gola Sapancayê ya ku parzûngeha TÜPRAŞê tedarik dike û ava şewatê dabîn dike zirarê dibîne û di bircên sarincê yên rafîneriyê de bûn sedema şewatê. Tevî ku hat ragihandin ku şewat di roja 4'an de hatiye vemirandin jî piştî erdhejê bi 5 roj şûnde şewata tankekê dewam kiriye. Di şewatê de 30 hezar û 500 ton berhemên neftê tune dibin.
 
Me bi salan zindiyên bi van bermahiyan xwdî dibûn xwarin 
 
Candanê, anî ziman ku vanadyûm û nîkela ku di petrolê û hêmanên wê de tê dîtin li ser mirovan bandorek kanserojen dike û wiha got: "Nîkl di poz û pişikê de dibe sedema penceşêrê, vanadyûm jî dibe sedema penceşêrê ya pergala gera xwînê. Ne tenê ev. Piştî şewatê qirêjiya deryayê dipîvin. Derya ewqas qirêj e ku ew dibînin ku standarda cîhanê li Ulaşliyê 13 hezar û 791 carî û li ber Tûpraşê 129 carî derbas bûye. Ji behra 1,5 km2 ya ku piştî erdhejê qirêj bû tenê 600 m3 gelaş tê berhevkirin. Gelaş ji aliyê behrê û zindiyên behrê ve tê avêtin. Bi salan e em em van zindiyên bi berhmahiyên bahrê xwedî dibin dixwin. Piştî erdhejê me lêkolîn kir ku gelê herêmê bi taybetî karkerên TUPRAŞê ji ber nexweşiya pençeşêrê hatine kontrolkirin. Lê belê em li ser nexweşiyên wekî penceşêrê û hwd ku piştî erdhejê hatine dîtin rastî lêkolînekê nehatin."
 
'Hêj jî kapasîteyê tê zêdekirin'
 
Candanê anî ziman ku îro jî li parzûngehên TÜPRAŞ zêdekirina kapasîteyê tê kirin û deverên niştecîbûnê her ku diçe nêzî parzûngehan dibin, Candan got, "Em bibêjin hûn ji parzûngehên TÜPRAŞê dûr in - her çend dûrahî têgehek têkildar e ku herikîna hewayê heye, sotemenî heye. Lê hayê tu kesî ji tedbîrên ku divê ji bo erdhejê bên girtin  tune ye."
 
'Di erdhejê de kesên ku hewl didin ji malên xwe derkevin bêhiş dibin'
 
Bûyera duyemîn a di raporê de şewata li AKSA Sanayi AŞ’ê ye ku piştî erdhejê demek kurt me bihîst. Li vir 6400 ton madeya xeternak a bi navê acrylonitrile heye ku bi ax, behrê û hewayê re dibe yek. Ev bi qasî mîqdarek ku berê li vê dinyayê nehatiye ceribandin zêde ye. Ango acrylonitrile ku di nava 176 salan de li Kanadayê ji 4 hezar û 500 kargehan derketiye, bi erdhejekê di saniyeyan de li hawîrdorê belav dibe."
 
'Dema ku ez dengê giriyê zarokekî dibihîzim ez pir xemgîn dibim'
 
Candan amaje bi wê yekê kir ku ew mehê serdana 10 kargehan dike û di her kargehekê de maddeyên xeternak dibîne ev wê matmayî dihêle û got, “Ji ber ku gelek madeyên xeternak têne bikaranîn. Dema ez diçim Herêma Pîşesaziya  ya Demîrtaş (DOSAB), li seranserê kargehan îqamet hene. Dema ku ez dengê giriyê zarokekan dibihîzim ez pir xemgîn dibim. Hîn haya wê pitikê jê tune ye, lê ji zayînê de hêdî hêdî jahrî dibe.”
 
'Li qadên pîşesaziyê gelek bûyerên penceşêrê hene'
 
Candan bal kişand ser daneyên di rapora Bulent Şik  ku di rojnameya Cumhuriyetê de hatine weşandin û wiha got: “Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li cîhanê ji her 6 kesan yek bi pençeşêrê ye. Li Tirkiyeyê ji her 8 mirinan yek ji ber pençeşêrê ye. Dema hûn diçin hewzeya Kirklareli-Edirneyê ji her çaran yek bi pençeşêrê ye. Dema hûn diçin Kocaelî-Dilovasiyê ji her sê mirinan yek ji ber pençeşêrê ye. Ev nîşanî me dide ku bûyerên penceşêrê li Herêmên Pîşesazî zêdetir in. Helbet di vê mijarê de nekontrolkirina Tirkiyê jî roleke pir girîng dilîze. Ger hûn piştî saet 18.00 ji Înegolê werin Bursayê, li ser Herêma Pîşesazî ya Barakfakihê ewrê gewr dibe ku were dîtin. Dûxanên hemû kargehan di saetên qelebalix ên dema qedandina kar de tên vekirin, gazên jehrî derdixin û li Înegolê bi qasî ku ez dizanim rêjeya penceşêrê zêde ye. Em difikirin ku li Bursayê jî bilind e. Me xwest der barê vê mijarê de ji TTB'ê agahiyê bigirin, ew nikarin kontrola pençeşêrê biki. Dewlet jî mîna gelek tiştan daneyên penceşêrê vedişêre. Ji ber vê yekê em tenê texmîn dikin. Dema ku dor tê erdhejek, ew bi rastî mirina hêdî ya ku di demek dirêj de çêdibe, bi saya Madeyên Xeternak û bermayiyên ku em li jêrzemînê dijîn, bileztir dike."
 
'Xaniyên bi milyonan dolarî tên firotin li kêleka bombeyê ne'
 
Candanê, anî ziman ku li Herêmên Pîşesaziyê yên Bursayê gelek kargehên bi madeyên xeternak dixebitin hene û wiha got: "Ez 3,5 mehan li Îngilîstanê mam, ez gelek gerîyam, lê min nedît ku pîşesazî li ku ye. Wan ew qas ji deverên niştecihbûnê veqetandine ku dikarin rê li ber herikîna hewayê bigirin û hwd. wan ew plan kirine. Li Tirkiyeyê qadên niştecihbûnê û pîşesazî bi hev ve girêdayî ne. Li hin kargehan depo hene ku dibe sedema karesatê. Em dikarin maddeyên xeternak bibînin ku divê li kêleka hev neyên danîn. An jî IBC li ser refikan ew qas bêparastin in ku hemî wan xwedî kapasîteya ku di bûyera erdhejê de Madeyên Xeternak ên nû biqelînin û tevlihev bikin û hilberînin. Madeyên jehrî hene ku bandora wan wekî ya bombeyê ye. Gelek madeyên xeternak hene û xaniyên ku li binê van tesîsên pîşesaziyê  ne, bi milyonan dolaran têne firotin, û  zemîna wan jî ne ewle ye. Bi qasî ku ez dizanim, piştî erdheja Bursayê ya 1853'an, ev dever ji niştecihbûnê re hatine girtin û ji bo çandiniyê hatine veqetandin. Lê paşê pîşesazî tê avakirin û ji bo kesên ku di pîşesaziyê de dixebitin herêm ji bo avakirinê tê vekirin. Piştre hemû Bursa, heta hemû bajarên pîşesaziyê, Stenbol, Gebze, Edene, Dîlok, Manîsa hwd. Ew vedigerin herêmên niştecîh ên ku bi tesîsên pîşesaziyê ve girêdayî ne."
 
Îhtîmala ku di 45 deqîqeyan de bi sedan kes bimirin heye
 
 Candanê got ku wê di rapora Plana Kêmkirina Rîska Aafetê  (IRAP) ya ku di sala 2021-an de hat weşandin de senaryoyên ku em di xetereyê de ne hatine nivîsandin, Candan got, wek nimûne, amonyak ku di encama hilweşînê de di -32 pileyî de bûye gaz. Tanka amonyakê ya ji sedî 41 tijî bû bû sedem ku 94 hezar û 329 kes jehrî bibin û bûyera beriya 45 deqîqeyan pêk hat û diyar kir ku midaxele nayê kirin. Candanê got, “Dibe ku ev tişt ji Tüprtan were bîra we. Lê min di kargehan de ji vê maddeyê madeyên xeternak ên jehrîn dîtine. Em bêjin tu di bin xirbeyan de yî, şansê te yê rizgarkirinê heye; lê di rewşeke weha de, ji ber ku hûn nikarin derkevin, hûn ê jahrî bibin û bimirin. Yan jî hûn derketin derve, mîna AKSA'yê, piştî ku hûn bi saetan wê maddeyê bêhn bikin, hûn ê jahrî bibin.”
 
'Ger erdheja 6'ê Sibatê li herêma pîşesazî pêk hatiba, wê felaket mezintir bûya'
 
Candanê diyar kir ku divê herêmên niştecihbûnê û Herêmên Pîşesazî ji hev bên veqetandin û got, "Di erdheja 6'ê Sibatê de şansa me ya herî mezin ew bû ku qada erdhejê bajarên çandiniyê bûn. Ger bajarek pîşesazî bûya, dê felaket mezintir bûye. Em dipirsin ji 99’an vir ve we çi kiriye, rayedar bersiveke rast nadin me. Li bajarê ku 18 qadên pîşesazî yên mezin lê hene 4 ekîbên agirkujê bi temamî hene.  Pêdivî ye ku tîmên agirkuj ên ku bi tevahî hatine saz kirin xwedan alavên parastinê yên kesane bin. Pêwîste bi cil û bergên taybet mudaxele bê kirin û heta radeyekê herêm bê valakirin. Îro em ji AFAD'ê û Wezareta Tenduristiyê dipirsin ka hem ji bo gel û hem jî ji bo ekîban amûr têra wan heye."
 
'Em wek marjînal tên ragihandin, dengê me nayê bihîstin'
 
Candanê da zanîn ku Bursa li ser zeviyên çandiniyê yên bi bereket hatiye avakirin û li bajêr bi sedan kargeh hene û got, "Tişta ku em endamên Kolektîfa Bursa Su û rêxistinên din ên ekolojiyê, ango ji parêzvanên jiyanê dixwazin, parastina mafê jiyanê ye.  Em ji bo parastina cewhera xwe û hemû zindiyan têdikoşin, lê em marjînal tên ragihandin. Em tenê bi parastina tiştên heyî re mijûl in. Di rêveberiyê de xebatên pêşîlêgirtin û sererastkirinê hene, lê piştî 99’an jî ev yek nehatiye kirin. Em ki bo pêşîlêgirtin bê kirin diqîrin, kes dengê me nabihîze."
 
'Divê mirov herî kêm li zarokên xwe bifikirin'
 
Candan karesata Çernobîlê ya sala 1986'an bi bîr xist û wiha got: “Ew herî kêm 2000 km ji me dûr bû. Lê dîsa jî li Herêma Behra Reş di her malbatekê de yek an jî çend nexweşên penceşêrê hene. Zarok dikarin astengdar ji dayik bibin.  Avahiya erdnîgarî ya çiyayên Behra Reş em parastin. Çiyayên Behra Reş bi peravê re paralel dirêj dibin. Mîna dîwarekî bandor qut kir û bi Behra Reş ve bi sînor kir. Ger çiya bi qasî Egeyê bûna, wê îro rêjeya penceşêrê ya li Behra Reş li hemû Anatolyayê bihata dîtin. Niha, erdheja Bursayê an jî erdheja Marmarayê bifikirin, hûn dikarin zirara ku çêbibe xeyal bikin?” 
 
'Em hêj bandora erdheja 99'an nizanin'
 
Candanê amaje bi wê yekê kir ku ji ber piştî erdhejê vekolînên tenduristiyê nehatine kirin û bi rêkûpêk nehatine weşandin, encamên rast em nizanin û wiha got: “Lê em hemû dizanin ku pençeşêr li her derê mîna grîpê tê dîtin.  Bandora erdheja 99’an li ser vê çi ye? Em jî nizanin. Rêxisitnên ekolojiyê yên wekî Kolektîfa Avê ya Bûrsayê dibêjin ku ji bo ku hûn zarokên xwe biparêzin divê hûn li cem parêzvanên jiyanê bin. Wekî din wê ji bo her tiştî pir dereng be.”