Li dijî karaseta madenê bertek: Ne qeza ye komkujî ye!

  • 09:02 16 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
AMED - Aktîvîsta komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte der barê karaseta madena zêr a li Lîcîkê de axivî û got ev karaset ne qeza ye, komkujî ye.
 
Li navçeya Lîcîk a Erzînganê  di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çopler ya ku Madenvaniya Anagold û Çarlikê  ji Kanûna 2010’an de ye lê hilberîna zêr dike, hezaz pêk hat. Ji 9 karkerên di bin axê de maye hîna agahî nehatiye girtin û der barê hezazê de 9 kes hatin binçavkirin. Berê gelek sazî û dezayan ji ber ku maden sîyanurê dinizilîne serlêdan kiribûn.  Aktîvîsta Komelaya Ekolojiyê Leyla Çîte der barê mijarê de axivî. 
 
'Tevî hemû hişyariyan tedbîr nehatin girtin'
 
Leylayê da zanîn ku tevî hemû hişyariyên ku ekolojîstan, welatiyan, sendîka, odeyên pîşeyî û parêzvanên maf kirine, di encama zîhniyeta serdest û israra sermayê ya madenvaniyê de ev karaset li Lîcîkê pêk hatiye.Leylayê wiha domand: “Ya hatiye jiyîn qirkirina ekolojiyê ye. Madena ku du kilometre ji Çemê Firatê dure, ji serî de hatibû hiştyarkirin û îtîraz di vî alî de hatibûn kirin. Lê guh nedan hevsengiya xwezayê û îtîrazan. Niha bi tonan  siyanür, axa kîmyewî dikare tevli çemê Firatê bibe û jiyana hemû zindiyan bike xetereyê.”
 
‘Ne qeza ye komkujî ye’
 
Leylayê wiha bi lêv kir: “Ev rewş wekê ku ax şemitiye, hezaz çêbûye, wekê qezayê di çapemeniyê de hat nîşandan. Lê ev rewş ne qeza ye komkujî ye.Madena Komplek Çopşer ku herêmê zexrî dike, li ser xeta fayê ye. Ji ber vê rastiyê bi salan berê serlêdanên hiqûqî hatibûn kirin û hatibû gotin ku ger erdhejek pêk bê 66 mîlyon ton asîsa sulfurîk tevli avê û axê bibe.  Lê Walîtiya Erzînganê ji bo kapasîteya Madenê bê zêdekirin biryara ‘hewce bi nirxandina ÇED’ê tune ye’ da. Sîyanur û Sulfurîk asît tevî li Ewropayê qedexeya li Tirkiyeyê destur didin bikaranîna wê û ji ber vê li herêmê gelek kesî li herêmê jiyana xwe ji dest daye.
 
‘Li ber çavan ev karaset pêk hat’
 
Leylayê wiha dawî lê anî: “Ji ber madeyên kîmyewî yên kanserojen mirinên ji ber pençeşêr û jehrîbûna siyanüre zêde dibin. Lê mixabin ev tê veşartin. Desthilatdariyê li dijî madenê, zêdekirina kapasîteya madene, bêdeng maye.Tevî tiştên berê hatine jiyîn şûnde gav nayê avêtin û ji bo kar û rantê hevparî tên kirin û ev hevkarî îro dibin sedema karasetên mezin. Hevkarên rant û karasetan hesab jî nadin.”