‘Jinên kurd bi Teşiyê jiyan hûnandine’
- 09:06 30 Cotmeh 2017
- Ekolojî
Zeynep Turgut
WAN - Li Kurdîstanê her çandek bêgûman xwedî dîroke û afirandineke kevnare ye. Li gundê kergezê Dayika Felek destûr nade çanda Teşiyê wenda bibe û her goreyek û nexşeyeke xalîçê bi hunera Teşiyê çêdike. Dayika Felek anî ziman ku çanda Teşiyê afirandineke jinên kurd e û got ku jinên kurd bi Teşiyê jiyan hunandine.
Di dîroka Kurdîstanê de jinan her tim bi afirandinên dîrokî hilbirîn pêk anî ne. Yek ji van jî çanda Teşiyê ye. Teşî di dîrok û çanda kurd de bi taybetî jî ji bo jinên kurd taybetmendiyeke mezin e. Jin ji berê û heta niha bi Teşiy re nexşên herî xweşik çêdikin. Li Kurdîstanê Teşî dibe afirîner û çanda jinan. Hîna jî li gundên Kurdîstanê jin bi rîs gore û nexşên xwe yên ku bi Teşîyê dirêsin çêdikin.
'Teşî hûnandin û afirandina jiyana min e’
Li gundê ku girêdayî navçeya Qelqeliyê gundê Kergezê Dayika bi navê Felek Tûrkoglu (80) destûr nade ku çanda Teşiyê wenda bibe û diyar kir ku Teşî ji bo jinên kurd wateyeke mezin e û got ku ew naxwaze çanda Teşiyê bimire û wiha axivi;” Jinên kurd afiriner in. Teşî jinan afirandi ye. Di demên berê de jinan hemû hilbirînên xwe bi Teşiyê hilberandine. Teşî ji bo me jinan wateyeke mezin e. Dayikên me bi rîs her tiştek ji Teşîyê çêdikirin. Teşî ji bo me hem debar bû hem jî xwedî taybetmendiyek pir cûda bû. Me bi Teşiyê goreyên rîs, xalîçe û ji her tiştekî nexşe çêdikirin. Ji berê de me gava ku Teşî dirêst em jin hemû kom dibûn û me bi klaman bi Teşiyê gore û werîs çêdikirin. Jiyana me pir xweş bû. Teşî çanda dayikên me bû. Ji dayikên me ji bo me mîras ma. Afirandina dayikên me pir xurt û mayinde bû. Her afirineriyeke wan ji jiyanê hilbirînek bû. Çanda Teşiyê tenê li Kurdîstanê heye. Lê niha ev çanda dîrokî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ez naxwazim ev çanda wenda bibe ji ber wê yeke jî di vî temenê xwe de jî ez hîna bi Teşiyê goreyên rîs çêdikim. Car caran zahmetiyan dikişînim Lê ez dîsa jî dev Ji Teşiyê bernadim. Teşî hûnandin û afirandina jiyana min e”
‘Teşî perçeyeke jiyana min e’
Felekê da zanîn ku ew bi Teşiyê çanda dayikên xwe dide jiyandin û got ku jiyana wê bi Teşiyê tê hunandin û wiha berdewam kir;”Em berê hem zozanî bûn hem jî gavanî bûn. Her tişt ji destê me dihat. Ji ber ku em jêhatî bûn. Jin pir jîr bûn. Hişê wan her tim li ser afirandinê bû. Ji berê de gava em diçûn zozanan em beyî Teşiya xwe nediçûn. Sebra me jinan beyî Teşiyê nedihat. Me hem zozanî dikir hem jî bêrîvanî. Li gel van me bi Teşiyê her tişt çêdikir. Teşî bibû perçeyeke jiyana me. Lê niha ez lêdinêrim li gelek deran Teşî mîna berhemeke dîrokî bi diwaran ve tê daliqandin. Bi rastî Teşî tu car nebûye berhemek dîrokî. Pêwîste em jiyana xwe ya rojene de her tim çanda Teşiyê bidîn jiyîn. Tiştê ku dibe dîrokî nemûmkûne mirov êdî bi kar bîne. Teşî kevneşopî û çandeke jina kurd e. Ew tiştên ku me bi Teşiyê çêdikirin hem xweşiktir bûn, hem jî xwezayî bûn. Ji ber ku kedeke dest bû û ev ked jî pîroz e. Ez niha jî Teşiyê bi kar tînim û Teşî parçeyek ji jiyana min e.”
‘Kesên ku çanda xwe wenda dike tu cudahiya wan ji miriyan namîne’
Felekê herî dawî bi lêv kir ku ew ji Teşiyê kêfxweşiyeke mezin digire û got ku pêwîste jin li afirandinên xwe xwedî derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;”Divê em qedir û qîmeta çand û kêvneşopiyên xwe bigirîn û bizanîn. Ez bi Teşiyê ne tenê goreyan çêdikim ez jiyanêke diafirînim. Ez her roj bi Teşiyê goreyên rîs çêdikim. Jinên gund tên derdora min kom dibin. Em bi hev re sohbet dikîn. Car caran ji min re dibêjin dev jê berde çavên te dê kore bibin. Lê ez tu kesî guhdarî nakim. Kesê ku çanda xwe wenda dike wê demê tu ferqa wan ji miriyan namîne. Ev taybetmendiyên me xwedî dîrokeke mezinin. Ev jî çandeke jinên kurd e. Pêdivî pê heye em destûr nedîn çand û kevneşopiyên me wenda bibin.”