Derya Hazar:Aştiya Îmarê ne aştî wê kaosê biafirîne

  • 09:06 11 Gulan 2018
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Plansazkara Bajar Derya Hazar diyar kir ku ‘Aştiya îmarê’ ya AKP’ê wek razemeniya hilbijartinê aşkera kiriye di esasê de wê aloziya bajar zêdetir bike û got: “Heta îro 14 caran efûya îmarê derket lê ji sedî 70’ê avahiyan kaçax in. Tiştê wekî 'Aştiya Îmarê' tê nîşandan jî di esasê xwe de kaosê diafirîne.”
 
Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku wê ‘sererastkirina aştiya îmarê’ bikin.  Ji Şaxa Odeya Plansazkarên Bajar a TMMOB’ê Derya Hazar da zanîn ku efûya îmarê tê wateya ku xweza, mêrg, daristan û perav ji avahiyan re tên vekirin.
 
Deryayê got ev pêkanîn pêşî li ber aloziya plana  bajar vedike û got di bin navê ‘aştiya îmarê’ de xwezaya me û bajarên me tên talankirin.  Deryayê wiha berdewam kir: “Em vegotina ‘aştiya îmarê’ îronî dibînin. Ez têgeha aştiyê balkêş dibînim.  Efûya îmarê ji bilî kronîkirina pirsgirêkan wêdetir nîne. Em difikirin ku ev pêkanîn di alî aborî de tê kirin.  di çapemeniyê de gotinên wekê di navbera 48 û 68 mîlyarî de diguhere digerin.Ev nêzîkatiyeke di esasa krîza em têde ne ye.”
 
‘Gotinek manîpulatîf e’
 
Deryayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku heta niha 14 caran efûya îmarê derketiye lê ji sedî 70’ê avahiyan kaçaxin û got işta ku ewek aştiya îmarê tê nîşandan jî ne aştiyê wê kaosê biafirîne.  Deryayê da zanîn ku gotina aştiya îmarê jî gotinek manpulatîf e. 
 
Deryayê bi lêv kir k udi 14’ê Gulanê de der barê Mijdarê de li Salona Sînemaya Konak a Navenda Çanda Nazim Hîkmet panelekê pêk tînin û banga tevlîbûnê kir.