Ji ber şewata ku derket û nehat vemirandin bi sedan dar bûn xwelî
- 10:50 19 Tîrmeh 2018
- Ekolojî
ŞIRNEX - Şewata ku li Çiyayê Cudiyê ji aliyê cerdevanan ve hat derxitin bi xwe vemirî. Lê di encma şewata derket de bi sedan dar bûn xwelî.
-Şewata ku li Çiyayê Cudiyê nêzî gundê Sîlopiya Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hat derxitin bi xwe vemirî. Şewata ku hefteyekê berdewam kir û ji aliyê cerdevan û leşkeran ve destûr nehat dayîn bê vemirinadin bû sedem ku bi sedan dar bên şewitandin. Herwiha baxçeyên gundiyên nêzî cihê şewat lê derket jî bûn xwelî.