Ava ku nayê safîkirin dibe sedema nexweşiyan!
- 09:04 30 Tebax 2018
- Ekolojî
Zeynep Durgut
WAN-Piştî ku qeyyûm tayinî şaredariyê hat kiirn û şûn de pêkûtiyên wî bi dawî nabin. Li navçeya Ebaxê li taxa Kaleyê ava depoyên nayê safkirin û qirêj e zarok nexweş dikevin. Jinan bertek nîşanî qeyyûm dan û gotin ku ger pêşiya ava qirêj neyê girtin dê nexweşî zêde bibin.
Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin heya niha pêkûtiyên wan bi adawî nabin. Li navçeya Ebaxê ya Wanê jî piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û vir de li taxa Kalê heta niha depoyên avê nehatine paqijkirin. Ava vexwarinê ya ku nayê safkirin bi xwe re nexweşiyê tîne. Welatîyên ku bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin dan diyar kirin ku ev 3 sal e depoyên av ê nehatine paqijkirin û gotin ku ji ber ava qirêj zarokên wan nexweş dikevin.
'Ji ber ava qirêj zarokên me tev nexweş ketine'
Ji jinên ku li taxa Kaleyê rûdinin Gulê Bozkurt anî ziman ku şaredarî bi tu awayî berpirsyariya xwe nayne cih û wiha axivi;" Ev 3 sale xortimên me yên avê nayên çêkirin. Me bi derfetên xwe çêkirin. Ava ku diherike gelek qirêj e em nikarîn vexwîn. Di ava ku em vedixwin de her qirşek yan jî her tiştek mirov dikare tê de bibîne. Ji ber vê ava qirêj zarokên me tev nexweş ketine û di laşê wan de pirzik derketine. Ava me nayê safkirin. Bi hezaran car me ev pirsgirêk ji şaredariyê re vegotiye, lê mixabin bi tu awayî nayê çareserkirin. Em ava xwe dikelînîn piştre vedixwîn. Di vê avê de jahr heye. Tu kes nikare vexwe. Em baş dizanîn ku qeyyûm ji me re alîkariyê nake. Gava ku şaredariya me hate desteserkirin, me êdî nexwest em herîn şaredariyê. Em ne dikarîn firaqên xwe bi vê avê bişûn ne jî em dikarîn vewxîn. Ev 3 meh in ez dikuxum. Ger ku pêşiya vê neyê girtin dê nexweşî zêde bibin. "
'Em her meh nêzî 600 TL heqê ava ku em nikarin vexun didin'
Husna Akkoyun jî da zanîn ku her tiştek di ava wan de diherike û got ji ber ku ew avê nikarin peyda bikin ji mecbûrî ava qirêj vedixwin û wiha domand:" Ev 3 sal e em vê zilmê dibînîn. Em nedikarîn serê xwe bişon ne jî em dikarîn bi vê avê xwarinê çêbikîn. Her serê mehê jî em nêzî 600 TL heqê ava ku em nikarin vexun didin. Ev ne tiştekî rewa ye. Bila ava me paqij bikin û berdin. Av tune ye û her mehê jî pere dixwazîn. Her tiştek li gel avê tê. Ava depoyên ku nayê safîkirin me jahrî dike. Zarokên me her tim nexweş dikevin. "
'Em Şaredariya ku qeyûm rê ve dibe hizmetê nade'
Jina bi navê Pîroz Bîmez jî bal kişand ser xebatên qeyyûm û got ku şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin tu xizmetê ji gel re nake û wiha pê de çû;"Ji ber ava qirêj em û zarokên xwe tev nexweş dikevin. Heta ku em avê nekelînin em nikarin vexun. Em ji şaredariya ku tu xizmetê ji me re nake ne arazî ne û em naxwazin. Divê tendûristiya gel esas bê girtin. Ji gel re xîzmet bê kirin. Em dixwazîn ev pêkûtî bi dawî bibin û ava me bê safkirin. Em ava paqij dixwazîn."
'Kêz, giya û gelek tiştên din di nav ava me de diherikin'
Gulîstan Uyar jî daxuyand ku ew ji ber avê nêçar mane û got ku divê ev pirsgirîk bê çareserkirin û wiha got:" Em bi vê avê nedikarîn xwe bişon û ne jîdikarin vê avê xwexun. Gelk cara ku em vê avê vedixun di nav de kurmik û kêzik derdikevin. Kêz, giya û gelek tiştên pîs di nav avê re diherikin. Divê ev pirsgirîk bê çareserkirin. Av nebe mirov nikare bijî."