Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 67 roj in didome

  • 10:51 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li ber Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan. Çalakî 67 roj in didome. 
 
Bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê xelkê Şengalê kon vedan. Çalakî 67 roj in bê navber didome. Xelkê Şengalê kom bi kom tên serdana konê berxwedanê û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.