
Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 78'emîn de ne
- 09:19 12 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 16'an di roja 78'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 16'an di roja 78'emîn de didome.