Ji Şengalê daxuyanî: Armanc qirkirina Gelê Kurd e

  • 10:45 13 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ û û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyek êrişên li hemberî herêmê şermezar kirin û gotin: "PDK bi taybetî jî mala Barzanî hember van erîşan divê helwesta xwe zelal bike. Xiyaneta xwe ya di dîrokê de carekê din dubarê dikin. Em erîşên li ser Gare weke erîşên li ser Şengalê dibînin. Pewîste gelê me li hember van erîşan hişyar bin."
 
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) li dijî êrîşên li hemberî Garê li gundê Digure ya Şengalê daxuyanî dan. Li ser navê saziyan hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico daxuyanî da. 
 
Riham Hico, di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî êrîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 10 meha sibate dewleta tirk, bi hevkariya PDK û hezên wî yên parastinê erîş bir ser çiyaye Gare kirin. Di serî de me van erîşên dagirker û hevkarên wan şermezar dikin. 
 
Bi taybet hevkariya PDK'ê ya ku cihe şermê û rûreşiye ye em şermezar dikin. Êrîşên îro li ser Gare tê kirin ji erîşên rojavaye Kurdistanê Efrîn, Serekanî û Girespî hat kirin û di heman demê erîş û gefên ku li ser Şengale tên kirin ji hev dû qut nîne. Em ji van erîşan dizanin ku armac çi ye. Naxwaze ku kurd û gelên azadixwaz bibe xwedî îrade. Armanca wî ew e ku kurd ji holê rakin û tevahî gelên ku azadixwaz qir bikin.
 
Ev erîşên ku tenê kirin belav kirina rexistina gel e. Bi taybet êzidî hîn bîrinên xwe nepeça ye. Îro dewleta tirk carêke din xwe amade dike ku erîşê li ser Şengal û heremê bike. Pewîst dike ku ji aliyê dewleta yekbûyî û Iraqê ve li hember bêreziya dewleta Tirk helwest daynin. Berî herkese ke pewîst dike ku hikûmeta Iraqê serweriya axa xwe xwedî derkevê. Beramberî van erîşên ku li ser axa xwe bedeng nemîne. 
 
Di heman demê de hikûmeta Başûre Kurdistanê jî pewîst dike ku helwesta xwe li beramberî van erîşan zelal bike. Pewîst dike ku PDK beramberî dijmin şer bike ne li keleka dijmin şer bike. Ji ber ku ev erîş erîşên tunê kirina hemû kurdan e û bi taybet li ser êzidiyan jî. PDK bi taybet mala Barzanî hember van erîşan helwesta xwe zelal bike. Daxuyanî, kiryar, helwesten wan tevlîbûnên xiyanetkaran e. Xiyaneta xwe di dirokê de carekê din dubarê dikin.
 
 Em erîşên li ser Gare weke erîşên li ser Şengalê dibînin. Ev erîş ji hevdû ne qutin û bi hevdû re giredayî ye. Pewîst dike gelê me li hember van erîşan hişyar bin û li her derê li ser piyan bin hember van erîşan xwedî helwest û werek bin. Em bawer dikin ku serkeftin ya gelê me ye. Em e heta dawî li ber xwe bidin.”