
Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya partiyê dorpêç kir
- 15:02 15 Sibat 2021
- Rojane
AMED - Beriya daxuyaniya ku wê li ber avahiya DBP'ê bi dirûşma "Bila tecrîd bi dawî bibe, ji bo jiyanê edalet" bê dayîn avahî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Beriya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Bila tecrîd bi dawî bibe, ji bo jiyanê edalet" li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyê bide avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenter û welatiyên ku xwestin tevli daxuyaniyê bibin jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û nayê hiştin ku girse bimeşe.
Kolana ku avahiya partiyê lê yebi bariyeran hat girtin, piştî ku lêgerîn li ser welatiyan hat kirin destûr hat dayîn ku derbas bibin.
Niqaşên di navbera polîs û nûnerên partiyê de berdewam dikin.