Cejna Bêxwînê hat pîrozkirin

  • 16:13 18 Sibat 2021
  • Rojane
ŞEHBA / HELEB- Kurdên Êzîdî bi boneya Cejna Bêxwînê li bajarê Heleb û Şehbayê şahiyek li dar xistin.
 
Kurdên Êzîdî yên Herêma Efrînê li bajarê Heleb û Şehbayê bi hatina Cejna Bêxwînê ku li gor baweriya Kurdên Êzîdî dema çandiyê û destpêka biharê ye bi şahiyekê pîroz kirin. 
 
Êzîdiyên Helebê cejina Bêxwînê pîroz kirin
 
Di 18'ê Adarê de Kurdên Êzîdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Bi hatina Cejna Bêxwînê, Yekîtiya Êzîdiyên bajarê Helebê bi şahiyekê li hola Elwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê pîroz kirin. Her wiha bi sedan Kurdên Êzîdî, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn. Her wiha hol bi wêneyên pakrewan Mam Zekî Şengalî û alê Yekîtiya Êzîdiyan hatibû xemilandin. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna pakrewanan dest pê kir. Paşê ji Rêveberiya Mala Êzîdiyên bajarê Helebê Raniya Cefer cejn pîroz kir û got: "Em di serî de Cejna Bêxwînê li tevahî Gelê Kurd û kurdên Êzîdî pîroz dikin. Ev cejin banga aştiyê dike û daxwaza me jî ew e ku di vê rojê de welatê me rizgar be û em di aramîyê de bijîn. Îro jî Kurdên Êzîdî bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re cejna xwe pîroz dike."
 
Piştî axaftinê zarokên Êzîdî sirûdên olî xwendin. Her wiha koma stanê ya zarokên Êzîdî stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Êzîdiyên Efrînê: Cejina Bêxwînê sembola aşîtiyê ye
 
Yekîtiya Jinên Êzîd bi dirûşma "Bi îradeya Gelê Êzîdî em ê îxanetê têk bibin û azadiya gelan mîsoger bikin" bi şahiyekê Cejna Bêxwînê li wargeha Serdemê ya Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan kurdên Êzîdî, partiyên siyasî, endamên Kongreya Star, sazî û dezgehên civaka sivîl pîroz kirin. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewan Zerdeş Şengalî û alê Yekîtiya Jinên Êzîdî ve hate xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê koma olî sirûdên xwe gotin. 
 
Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Mistefa Nebo cejin pîroz kir û got: "Cejna Bêxwînê li tevahî Kurdên Êzîdî û Rêber Apo pîroz dikim. Cejina Bêxwînê tê wateya şînbûnê. Cejna Bêxwînê di dema navbera çandin û derketina zeviyan de ye. Her wiha di meha sibatê de qedexe ye ku xwîn bê rijandin."
 
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya herêma Efrînê Ayşe Sîdo wiha got: "Di dîroka Kurdên Êzîdiyan de ev cejin pir kevnar e. Niha bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re me jî xwe bi rêxistin kir û îro bi saya bi hezaran şehîdan em vê şahiyê li dar dixînin."
 
Paşê gotinên olî ji aliya koma mamosteyan a Yekîtiya Êzdiyên Efrînê ve hate pêşkêşkirin. Her wiha peyamên ku hatina şandin hatin xwendin. 
 
Şahî bi gerandina govenê û bi pêşkêşkirina stranan bi dawî bû.