ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 25 Nîsan 2021
  • Rojev
 
* Polîtîkayên dewletê, bêtedbiriya dezgehên fermî û xemsariya welatiyan dibin sedema tunekirina xwezayê. Çemê Dîcleyê jî wek ji van e ku ji ber bendav, çop û bermahiyan taybetmendiya xwe winda dike. Masiyên ku derketin rûyê avê bû fikara gundiyên Yiwacixa Çinara Amedê. BI DÎMEN
 
*Di pêvajoya perwerdehiya rû bi rû de 31 karkerên perwerdehiyê ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim da zanîn ku ji ber testên bi rêk û pêk û aşî nehatiye kirin hîndekaran jiyana xwe ji dest dane û got: “Berpirsê mirinan desthilatdarî ye. Heta ku aşiya civakî neyê kirin divê navberê bidin perwerdeyê.” BI DÎMEN
 
* Zeynep Atîk Mînîscalco bi berhemên xwe balkişand ser bikaranîna plastîkê ya ku zirarê dide jiyana zindiyan û diyar kir ku ji bo veguherîn bibe teşeyê jiyanê divê hewldan hebin. BI DÎMEN