Êrîşa hewayî li dijî Wargeha Mexmûrê hat kirin
- 14:30 5 Hezîran 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên bê mirov li dijî Wargeha Mexmûrê êrişa hewayî pêk anî.
Dewleta tirk bi balafirên bê mirov li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa hewayî pêk anî. Di encama êrişan de zirarên ku hatine dayin hîn nehatiye testpîtkirin.
Balafira bê mirov di saet 13:55’an de êrişî wargehê kir. Piştî êriş pêk hat, şêniyên Mexmûrê herikîn qada êrişê.
Cihê ku êriş lê pêk hat ber derê Parka Şehîd Aryen bû. Li derdora parqê dibistanên wargehê hene. Tê payîn Meclisa Wargehê derbarê êrişê de daxuyaniyekê belav bike.
Gotinên çend roj berê yên Serekomar Tayyip Erdogan ku li dijî Mexmûrê kiribû bi vê êrişê bal kişand. Hikumeta Herêma Federa ya Kurdistan û Iraqê li hemberî êrişan bêdengiya xwe diparêzin.