
Li Tetwanê leşkeran dest xistin ser kîsên arvan
- 14:47 5 Hezîran 2021
- Rojane
BEDLÎS - Li noqteya lêgerîna leşkerî ya Tetwanê leşkeran dest xistin ser kîsên arvan ên gundiyan. Leşkeran ji gundiyan re diyar kirin ku birina xurekan a ji xeynî 5 kîloyan qedexe ye.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, di noqteyeke leşkerî de leşkeran wesayîta gundiyekî ji Gundê Oleka Jêr dan rawestandin û kîsê arvan ê 50 kîlo ku gundî ji bo bibe mala xwe kirîbû desteser kirin. Leşkeran ji gundiyan re ev tişt gotin: “Fermana teqez a Fermandarê Alayê heye. Hûn tenê dikarin 5 kîlo arvan, 5 kîlo şekir bibin. Her wiha boriya avê jî qedexe ye.”
Gundiyan bertek nîşanî rewşê dan û leşkeran têkildarî desteserkirinê girtek jî nedan gundiyan.