Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 643'yemîn de ye

  • 15:07 5 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 643'yemîn de li aqubeta Turgut Yenisoy ê 27 berê hat windakirin, pirsîn.  
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 643’yemîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin” li ser hesabên xwe yên medya dijîtal li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa aqûbeta Turgut Yenisoy ku di sala 1994’an de li navçeya Bismilê ji aliyê leşkeran ve li Toroseke Spî hat siwarkirin û hat windakirin, hat pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr vegot.
 
Gefa kuştinê lê dixwin
 
Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku bavê 6 zarokan Turgut Yenisoy (25) li navçeya Bismilê ya Amedê, bi dikanekê debara xwe kiriye û di sala 1992’an de dikana wî ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û piştre hatiye binçavkirin û wiha got: “Di bin çavan de îşkence li Yenîsoy hatiye kirin. Piştî bûyerê tim leşkeran bi ser mala wî de girtine û sîxurtiyê lê ferz kirine. Herî dawî ji ber ku sîxurtiyê red dike gefên kuştinê lê Yenîsoy tên xwarin û di 4’ê cotmeha 1994’an de ji Alaya Qomandoyê ya Bismilê  çawişên pispor ên bi navê Ahmet, Recep û Suleyman bi Toroseke Spî wî ji mala wî digirin. Nahêlên ku Yenîsoy kincê xwe jî li xwe bike û li dayika wî jî didin. Dibêjin em wî dibin qereqolê lê wî dibin ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê. Ji ber vir jî wî dibin devereke din.”
 
'Kurê te ne di bin çavan de ye'
 
Ezgî Sila, bi bîr xist ku dayika Yenîsoy Nezrîfe Yenîsoy roja bûyerê seri li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê dide û piştre serî li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê, Tûgaya Qomando ya Navçeyê, Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Amedê û Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte jî dide û bersiva “kurê te ne di bin çavan de ye” digire. 
 
'Îşkence lê hat kirin'
 
Ezgî Sila, da zanîn ku li Fermandariya Alayê ya Bismilê îşkenceyeke giran li Turgut Yenîsoy hatiye kirin û van gotinên xwişka wî Şermîn Ûzalp ragihand: “Çawişên pispor Ahmet û Recep sîxurtiyê lê ferz dikin. Dema ku birê min qebûl nekir gefa kuştinê lê xwarin. Destûr nedidan ku birê min ji Bismilê derkeve. Heta dixwestin ku her roja dema ku ji kar derkeve biçe îmze bide wan. Timik lê didan, wî binçav dikirin. Ji Fermandariya Alayê ya Bismilê çawişekî pispor ji min got ku birayê te bi îşkenceyê hatiye kuştin. Dema ku min xwest vê piştrast bikim bertîleke ku ez nikaribûm bidim ji min xwest.”
 
'Bila bersûc bên cezakirin'
 
Ezgî Sila, bi lêv kir ku malbatê serî li saziyên rayedar daye lê encamek negirtiye û ev tişt got: “Ji roja ku Yenîsoy hatiye binçavkirin ve agahî jê nayê girtin û aqûbeta wî meçhûl e. Em daxwaz dikin ku aqûbeta windayan derkeve holê û faîl li pêşberî darazê bên cezakirin. Em daxwaz dikin ku ji bo bûyerên windakirinê “Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê” bê avakirin û edalet pêk bê.”