Li Muglayê jin bi biryar in: Em ê ji peymanê neqerin

  • 15:10 5 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên li dijî feshkirina Peymana Stenbolê hatin gel hevdu wiha gotin:"Îro serîhidana li dijî tundiyê tê wateya serîhildana li dijî îktidara divê em ji Peymana Stenbolê paşve dikişin."
 
Kolektîfa Jinê ya Muglayê ya ji aliyê jinan ve hatiye avakirin li Qada Snirsizlik a Menteşeya Muglayê bi jinan hat gel hevdu û çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta 'Em ê ji peymanê neqerin' hat hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Em ê ji peymanê neqerin","Em bêdeng namînin natirsin","Em serî natewînin" hatin berzkirin. Li ser navê jinan Işil Burcu Kutlu metna daxuyaniyê xwend. Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay û ji parlamentera CHP'ê Gulizar Biçer beşdarî daxuyaniyê bûn
 
Işıla daxuyanî xwend diyar kir ku Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinan hat bidestxistin û got jin ew ê ji mafê xwe yê hatiye bidestxistin neqerin, îro serîhidana li dijî tundiyê tê wateya serîhildana li dijî îktidara divê em ji Peymana Stenbolê paşve dikişin.
 
Serpîlê jî diyar kir ku kesên xwediyê pergala zayendperest û nîjadperest naxwazin dengê jinan derkeve û got ew ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin û loma li qadan e. Her wiha Serpîlê banga têkoşîna bi hev re kir.