'Li girtîgehan cezayên kêyfî yên dîsîplînê zêde dibin'

  • 09:01 6 Hezîran 2021
  • Rojane
Habîbe Eren
 
STENBOL - Koordînatora Parêzvaniyê ya CÎSST Berîvan Korkut da zanîn ku demên dawî de ji girtîgehan derbarê binpêkirinên mafan yên wekê îşkence û binpêkirinan, lêgerîna koguşan, paqijî, nedayîna alavên paqijiyê, xwarinên nebaş û cezayên dîsîplînê yên kêfî de gelek serlêdan ji bo wan tên kirin.
 
Li gorî daneyên wezareta dadê ya sala 2021’ê li Tirkiyeyê 371 girtîgeh hene û roj bi roj  hejmara girtiyan zêde dibe. Her wiha binpêkirinên mafan jî êdî sînor bezandine. Ji ber virûsa korona jî binpêkirin zêde bûn û girtiyên PKK'yî û PAJK’î bi armanca tecrîd rabe û binpêkirin bidawî bin ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya grevê 191 roj in didome.
 
Di rapora Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) derbarê binpêkirinan de rapora meha gulanê aşkera kir û  balkişand ser binpêkirinên bi virûsê re zêde bûne. Koordînatora Parêzvaniya CÎSST Berîvan Korkut,  derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Li girtîgehan li dijî virûsê têkoşîn’
 
Berîvanê daxuyakirin ku wezareta dadê li girtîgehan rêbaza têkoşîna li dijî virûsê, girtina giştî tercîh kiriye û hemû aktîvîsteyên civakî hatine sekinandin, divê mijarê de pisgirêkên cidî hene û wiha pê de çû: “Atolye, spor û sohbet ev saleke bi hincetên cuda tên qedexekirin. Bandora vê gelek li ser girtiyan çêbûye. Divê ev rewşa rojane jiyana civakî rehet bike. Lê mixabin tu sererastkirin tune.”
 
‘Tenê alternatîf hevdîtina telefonê ya 10 deqeyane’
 
Berîvan, da zanîn ku destpêka virûsê de hevdîtinên bi malbatan re hat sekinandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha mehê carekê bi awayekî girtî û sînorkirî hevdîtin pêk tê. Di vê sînorkirinê de yekane alternatîf hevdîtina telefonê ya 10 deqîqeyane. Mixabin ji bo dirêjkirina hevdîtinên girtî dem nayê dirêjkirin an jî alternatîf nayên afirandin. Hevdîtin nîv saet in. Di vê mijarê de hat pêşnûme qanûn hat pêşkêşkirin ku ev derkeve saetek û nîvê. Lê pêngavek erênî nehat avêtin.”
 
‘Derfetên girtiyan tune’
 
Berîvanê balkişand ser mijara xurtkirina kanalên ragîhandinê yên ji bo girtiyan û daxuyakirin ku ji ber pêngavek nayê avêtin pisgirêk tên jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Name nayên dayîn, name tên sansurkirin, ji ber îfadeyên di nameyan de cezayên disîplînê ji bo girtiyan tên dayîn. Derbarê vê de gelek serlêdan tên kirin. Rojnameyan nagirin hundir. Kanalên TV jî bi sînorin. Banda FM ya radyoyan tê qedexekirin. Dîsa hejmara pirtûkan tê sînorkirin. Di vî alî de pirsgirêkên cidî hene.”
 
‘Derbarê binpêkirin û îşkenceyê de serlêdan zêde bûn’
 
Bervînê her wiha balkişand ser lêgerînên koguşan û serdegirtina koguşan û wiha berdewam kir: “Bi komî bi ser koguşan de digirin. Alavên paqijiyê nadin. Xawarinên wan nebaşin. Cezayên kêfî yên dîsîplînê tên dayîn. Gelek serlêdan di van mijaran de tên kirin. Di mijara xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pisgirêk tên jiyîn. Beriya pandemiyê jî gelek serlêdan dihatin kirin. Bi panemiyê re hîn bêtir zêde bûn. Niha rewş gelek cidiye. Girtiyan ji bilî rewşên lezgîn sewq nakin. Dema pandemî nû destpê kir, girtî ger neçar nemana serlêdana sewqê nedikrin. Lê ev pêvajo dirêj berdewam kir û  ji ber rîska jiyanê girtiyan daxwaza sewqa nexweşxanê kirin. Lê mixabin helwesta girtîgehê di vê mijarê de ne erênî bû.”
 
‘Gav nayê avêtin’
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Divê mijara xwegîhandina xizmeta tenduristiyê li ber çavan bê girtin, derfet ji bo dermankirina girtiyên rewşa wan giran bê dayîn. Divê di xala 16’an û mijara rapora tipa Edlî de berbi erênîbûnê ve biçin û demildest pêngav bê avêtin. Lê tevî me ev anî ziman jî hîna pêngav nehatiye avêtin. Di destpêka pêvajoya koronayê de me xwest ku daneyên virûsê yên li girtîgehê bên aşkerakirin û rayagiştî bê agahdarkirin. Heta îro sê daxuyaniyên fermî hene û di malpera Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezayê (CTE) de cih digirin. Midûrê Giştî yê CTE diyar kir ku heta niha 50 girtî ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo lêkolînkirina mijarê serlêdanên me yên ji bo YE û CTE didomin.”