
Jinên kedkar berdêla keda xwe nagirin
- 09:02 6 Hezîran 2021
- Rojane
Sema Çaglak - Bêrîtan Canozer
AMED - Li navçeya Çinarê ya Amedê karkerên ku li ser zeviyên pembû dixebitin tevî zehmetiyên karên xwe ji bo ku debara xwe bikaribin bikin zehmetiyên mezin dibînin. Jinên ku di nav şert û mercên dijwar de dixebitin destnîşan kirin ku neçar in vê karî bikin lê berdêla keda xwe nagirin.
Karkerên çandiniyê ku ji destpêka biharê ve heta dawiya demsala payizê jiyana xwe li ser zevîyan derbas dikin, li gel hemû zehmetîyan dîsa jî ji bo berdêla heqdestê xwe bigirin li ber xwe didin. Îsal hem ji ber qeyrana pandemiyê hem jî ji ber qeyrana avhewayê cotkar ketin rewşeke tengav. Ji ber barîna baranê ya kêm, ji niha ve gelek zeviyên çandiniyê hişk bûne. Li navçeya Çinarê ya Amedê jî karkerên ku li ser zeviyên pembû dixebitin tevî zehmetiyên karên xwe ji bo ku debara xwe bikaribin bikin zehmetiyên mezin dibînin.
'Ji bo 70 panotan jiyana me li ser zeviyan derbas dibe'
Karkerên ku ji şefeqê de dest bi rojê dikin heta saetên êvarê li ser zeviyan e. Li navçeya Çinarê ku li ser zeviyan zêdetir karkerên jin hene ji bilî vê karek din nikarin bikin. Lewra bi salan in jinên Çinarê bi karê çandiniyê mijûl in. Yek ji wan jinan a ku 9 sal in vî karî dike Hedîye Gunduz (23) e. Hediye bal kişand ser berhema pembû û diyar kir ku ji bo 70 panotan bi saetan li ber tavê dimînin. Hedîye got: “Em di saet 5’ê sibehê de dest bi rojê dikin û heta 5 êvarê li ser zeviyan in. Em niha pembû aşêf dikin. Gava aşêfa tevrikan qediyan îja yê destan dest pê dike. Ew jî heta meha îlonê berdewam dike. Di meha îlonê de jî em pembû berhev dikin heta dawiya meha mijdarê. Min berê ji karê xwe hez dikir, lê niha jê hez nakim. Min digot wê çend sal çêkim lê wisa nebû û bi salan in ez li ser zeviyan dixebitim.”
'Qeyrana ziwahiyê tesîr li ser me kir'
Hediyeyê diyar kir ku qeyrana ziwahiyê bandorek neyînî li ser wan pêk anî û barê karê wan du qat zêdetir kir. Hedîyeyê anî ziman ku barîna baranê ya kêm ji bo hilbêrîna pembû gelek xirab e û got: “ Gelek germ û tav li serê me dide. Îsal hem ji ber ku baran nebarî hem jî ziwayî heye tesîrê li ser me zêdetir dike. Her çiqas ji bo me zehmet be jî em ji bo xebatê neçar in. Kesek di van şert û mercên dijwar de nikare bixebite lê ji ber neçariyê û ji bo ku debara xwe bike em her sal zehmetiyê dikşînin.”
'Ji ber kar pişta me diêşe'
Halîme Gultekîn (25) ku nêzî 17 sal in vî karî dike dibêje êdî çandînî bûye wek şêwaza jiyana wê. Halîme wiha axaftina xwe bi lêv kir: “Em bi saetan li ser piyan in û xwe kûs dikin ku tevrikê bikin. Ji ber vê jî pişta me gelek diêşe. Her wiha ev tav gelek zorê dide me. Ava cemidî jî tune ye. Heta carinan av tune ye. Her wiha ev korona jî li ser me bandorek mezin pêk anî. Ji ber pêvajoya pandemiyê kar tune bû. Ew jî dibû sedem ku em ji aliyê aboriyê ve nekaribin kar bikin û debara xwe bikin.”
'Me ji zarokatiya xwe dest pê kir'
Semanur Gunduz (20) jî bal kişand ser zehmetiyên karên xwe û wiha axivî: “Karê me rastî jî gelek zor e. Giştî jiyana me wisa derbas dibe. Em li vir jî bi saya hevalên xwe wextê xwe derbas dikin. Têkiliyên me yên hevaltî kêmek karê me geş dike. Li cihê me ji mêran zêdetir jinan didin xebitandin. Loma keçan naşînin dibistanê. Me ji zarokatiya xwe ve dest pê kiriye heta niha jî berdewam dike.”
'Em berdêla keda xwe nagirin'
Sultan Aydin (19) destnîşan kir ku keda karkeran tê xwarin lê tiştek nayê kirin. Sultan got: “Her sal em heman karî dikin. Îsal jî ji ber ku erd hişk bûye û baran nebariya pembû jî zêde çênebûn û gir nebûn. Her wiha îsal gelek germ bû û wê zêdetir germ bibe. Ji ber ku ziwabûn heye û baran nebariya rewş zehmetir bû.”
'Heke kar nebûya min dixwest bixwînim'
Herî dawî Şîlan Tunç jî axivî û wiha got: “3 sal in ez têm ser zeviyan. Carinan li vir sebra me jî nayê. Lê ji bo heqdestê xwe û debara xwe em mecbûr in ku vî karî bikin. Ji xeynî vî karî tiştek ji destê me nayê. Îsal av jî tune ye. Heke ev kar nebûya min dixwest ez bixwînim. Lê mixabin li vir piraniya keçan nadin xwendin. An li ser zeviyan dixebitin an jî li hundirê mal karên malê dikin.”