‘Dewletê li hember jinan şerekî topyekun daye destpêkirin’

  • 09:04 6 Hezîran 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - 33 jinên ku ji ber Peymana Stenbolê diparêzin tên darizandin, diyar kirin ku ew qadan teslîmê serdestiya mêr nakin û gotin ev doza şerma Tirkiyeyê ye.
 
Demeke ku rakirina peymana Stenbolê di rojevê de bû di 12’ê Tebaxa 2020’an de Platforma Jinan a Enqereyê li navçeya Çankaya ya Enqereyê li taxa Kolej çalakiya ‘Peymana Stenbolê’ pêk anî û polîsan bi awayekî tund êrîşî çalakiyê kirin. Di encama vê êrîşê de di nav de nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Eylem Akdag jî hebû 33 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan û ji aliyê dozgeriyê ve derbarê van jinan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji muxalefeta ‘qanûna meş xwepêşandan û civînê’ a hemar 2911’an îdianame hat amadekirin.
 
Îdianame ji aliyê 28’emîn Dadgeha Asliyeyê ya Enqereyê ve hat qebûlkirin û yekem runiştina dozê di 7’ê Hezîranê de wê bê dîtin. Platforma Jinan a Enqereyê bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku 7’ê Hezîranê li ber Edliyeya Enqereyê bin.
Parêzer Dondu Kurşunoglu, rojnameger Eylem Akdag û ji Platforma Jinan a Enqereyê Fatma Kiliçaraslan û Beste Atak der barê doza ku wê di 7’ê Hezîranê de bê dîtin de nirxandin kirin.
 
‘Hiqûq berovajî pêk tê’
 
Eylem Akdag ku a ku di dema şopandina nûçeyan de bi 32 jinî re hat girtin, balkişand ser feshkirina peymanê û da zanîn ku kuştina jinan veguherîye qirkirina jinan û hedefgirtina peymanê jî tê wateya hevkariya pêvajoyê û wiha pê de çû: “Jinên nabin hevkarê vê jî li kolan, mal, çapemeniya civakî û her qada jiyanê çalakiyên xwe didomînin.  Çalakiya li Kolej a Enqereyê jî bo parastina jiyanê pêk hat. darizandina jinên ku jiyanê diparêzin û yên wek min nûçeyên wan jinan çêdikin, nîşan dide ku hiqûqa li welat berovajî pêk tê. Ev doz li jinên ku mafê jiyanê diparêzin hatiye vekirin. Parastina mafê jiyanê nikare bê darizandin.  Bi sedan kujerên jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê re êrîşî jinên din dikin. lê ji ber ez şîdeta li jinan tê kirin dişopînim têm darizandin. Ev nikare bê qebûlkirin. Peyman li dijî qirkirina jinê ewlehî ye. Wê jin dest ji mafên xwe bernedin. Em jinên rojnameger jî em ê her tim binivîsin.”
 
‘Em qadan ji zîhniyeta serdest re nahêlin’
 
Eylemê her wiha daxuyakirin ku li Tirkiyeyê hema hema her pîşeyê wateya xwe winda kiriye û wiha bi dawî kir: “Rojnamegerên jin gelek caran bi binçavkirin û darizandinan re tên rû hev. Em ê wek aktîvîstên jin  qadan ji zîhniyeta serdest re nehêlin. Em ê dengê jinan bidin bihistin.”
 
‘Şerê topyekun dane destpêkirin’
 
Endama Platforma Jinan a Enqereyê û hevseroka HDP’a Sîncanê Fatma Kiliçarslan daxuyakirin ku di pêvajoya peymana Stenbolê ji nîqaşan re hatiye vekirin de rêxistinên jinan refleks nîşan dane û  kolan bi hêrs û serhildana xwe tije kirine û ev tişt got: “Me sala borî bi serhildan û hêrsa xwe got em dest ji peymanê bernadin. Lê dewleta mêr li dijî jinê şerê topyekun daye destpêkirin. Evqas jin tên kuştin, beyî ku daxwazên jinan li ber çavan bê girtin nîvê şevê peymanê fesh dikin. Ji jinan re dibêjin ‘hun nikarin ji malên xwe derkevin, hun nikarin tu mafî bixwazin û em ê zîhniyeta xwe ya mêr li her derê serdest bikin’.Bêguman em li dijî vê xwe amade dikin ku biherikin kolanan.”
 
‘Em ê li her derê bin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi vê dozê ne tenê 33 jin hemû jin tên darizandin. Feshkirina peymanê tê wateya ku jin û zarok bi her cureyê êrîşan re tên rû hev. Çawîşê Pispor Musa Orhan yê ku tecawizî Îpek Er kir  û bû sedema ku Îpek Er întîxar bike û jiyana xwe ji dest bide, niha serbest e. Ev tehdîdek mezine. Sûc tenê ji aliyê gumanbar ve pêk nehatiye. Dewleta ku wan bê ceza dihêle sûc dike. Em tu car serî natewînin şûnde gavê navejin.  Em ê li salonên dadgehê, li ber edliyeyan û korîdoran bin.”
 
‘AKP ji jinan ditirse’
 
Beste Atak jî ku yek ji jinên tê darizandinê ye bi lêv kir ku kujer û tecawizkar nayên darizandin, lê jinên ku jiyanê diparêzin tên darizandin û bi vê dozê re hêrsa wan mezintir bûye. Besteyê wiha berdewam kir: “Ne tenê 33 jin hemû jin bi vê dozê tên darizandin. Ev doza hemû jinên ku peymanê diparêze ye. Di vê pêvajoya ku jin rastî tacîz û tecawizê tên de vekiririna dozê, nîşan dide ku AKP çiqas ji jinan ditirse.Em feshkirina peymanê qebûl nakin û em ê bi parastina xwe ya cewherî li kolanan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku 7’ê Hezîranê li ber edliyeya Enqereyê bin.”
 
Jin bi derbkirinê hatin binçavkirin
 
Parêzera dozê Dondu Kurşunoglu jî destnîşan kir ku bi pêvajoya pandemiyê re şîdeta li ser jinê zêde bûye û wiha dirêjî dayê: “Di karneya Tirkiyeyê de em dibînin ku têkoşîn û destkeftiyên jinan çiqas di bin êrîşan de ne. Pêvajoyeke ku bi qanûna înfazê re hatiye destpêkirin heye. Qanûnê mafê jinan xist xetereyê. Piştre jî  ji mekanîzmayên dewletê ŞONÎM’ê  telefonên xwe venekir û piştre stargeh hatin girtin û herî dawî jî  peyman hat feshkirin. Li dijî vê jinan li her alî Tirkiyeyê têkoşîn da. Ev doza tê dîtin jî yek ji çalakiyên ku pêk hatibûn e.   33 jin hatin derbkirin û binçavkirin. Gelek jinî di vê pêvajoyê de gilî kir lê biryara red hat dayîn. Li 33 jinî ji muxalefeta ‘qanûna meş xwepêşendan û civînê’ a hejmar 2911’an doz hat vekirin.”
 
Donduyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jinan li dijî daraz û desthilatdariya mêr carek din xeta têkoşînê mezin kirine û wiha dawî lê anî: “Doza di 7’ê hezîranê de tê dîtin ne ya yekem e. Li wê salona dadgehê wê daraza mêr û desthilatdarî bê darizandin. Em ê bêjin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’. Ev doz şerma Tirkiyeyê ye.”