
Ji bo Zelal Bîlgîn û Songul Kapanci 15 sal ceza tê hat xwestin
- 09:07 6 Hezîran 2021
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Zelal Bîlgîn û Songul Kapanci ku di dîrokên cuda de bi ser malên wan de hatin girtin û hatin binçavkirin, îdianameya der barê wan de temam bû. Di îdianameyê de, tevlîbûna daxuyaniyên der barê şîdet û tecawiza li hember jin û zarokan, sûc hat hesibandin û ji her yekê re cuda cuda 15 sal ceza hat xwestin.
Li Amedê di 5’ê Nîsanê de der barê aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn û di 25’ê Nîsanê de der barê hevseroka HDP’ê ya berê ya Peyasê Songul Kapanci de ji aliyê serdozgeriya komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin û ji bo Songul û Zelalê ku girtîbûn ji endamtiya rêxistinê ji bo her yekê 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Zelal Bîlgîn di 5’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de bi 26 jinî re hatibû binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 28’ê Gulanê de bi hinceta endamtiya rêxistinê îdianame amade kir.
Daxuyanî îlegal hatin dîtin
Di îdianameya hat amadekirin de di îfadeya ku şahidê veşarî ‘G11O55L44F47’ da ye de hatiye gotin ku TJA li Îran, Iraq û Sûriyeyê bi navên cuda xwe rêxistin dike û îlegel nîşan da. Her wiha serlêdana jinên şîdet li wan hatiye kirin a ji bo TJA’yê jî îlegal hat dîtin. Tevî daxuyaniyên TJA’yê di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye jî di îdianameyan de ev îlegal hatin nîşan dan. Şahidê veşarî di îfadeyê de wiha dibêje: “Jinên TJA’yî li ser telfonê cihê ku lê tên cem hev diyar dikin û wekê diçin mêvaniyê an jî diçin ji bo kêfê tên gel hev û li malan kom dibin. Li wê derê talîmat û daxwazên rêxistinê digirin rojeva xwe û civînê dikin. Ji bo wan navnîşanek sabît tune ye. Piranî li malan û kargehan (atolyeyên tekstîl, kuafur û her wekê din) civînan dikin. Van civînan Zelal organîze dike.”
Kampanya li dijî şîdetê jî sûc hat dîtin
Şahidek din a bi navê "A53T61MCTS21SS92" û şahida bi navê Yasmîn Yalçin jî îdia kirin ku kampanayên ku TJA dide destpêkirin bi talîmata rêxistinê tên kirin û Yasmîn Yalçin jî îfade kir ku kampanya di 2020’an de ya ‘Em xwe diparêzin’ jî bi talîmata rêxistinê ji bo gel rabe ser piyan hatiye pêkanîn.
Her wiha di îdianameyê de tevlîbûna daxuyaniyên li dijî şîdet û destdirêjiyê, daxuyaniya çapemeniyê ya der barê hevseroka giştî ya KCD’ê Leyla Guven û girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen, sûc hatin hesibandin.
Di îdianameyê de der barê Zelalê de ji endamtiya rêxistinê heta 15 salan ceza hat xwestin. îdianame bi dosya berê ya Zelalê ya li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re kirin yek û wê di 8’ê Hezîranê de bê dîtin.
Di 26’ê Nîsanê de bi hinceta lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat meşandin serdegirtina malan pêk hat û gelek kes bi îdiayan propaganda rêxistinê hatin binçavikrin. Yek ji van jî endama meclîsa şaredariya Kayapinarê Songul Dag Kapanci bû ku hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Songulê de bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir.
Di îdianameyê de hat gotin ku 6 mehan telefonên Songulê hatine guhdarkirin û kirin bin şopandina teknîkî. Peymanê der barê grevên birçîbûnê de ji Songulê re çûne, di îdianameyê de sûc hatine hesibandin û tevlîbûna mîtîngan jî sûc hat hesibandin. Hemû daxuyaniyên di binçavdêriya polîsan de sûc hatin hesbiandin. Tevlîbûna kongre, şîn, daxuyaniyan sûc hat dîtin. Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijenay Rêveber a Herêmî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di sedegirtina mala xwe ya li Amedê hatibû îşkencekirin. Di 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke hatibû dayîn û Songul jî tevlî bibû. Ev jî sûc hat dîtin.
Songulê sucdariyên di îdianameyê de û îfadeya şahida veşarî ‘G11O55L44F47’ qebûl nekir.
Der barê Songulê de jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ heta 15 salan ceza hat xwestin. îdianame ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û yekemîn runiştin di 20’ê îlonê de wê bê dîtin.