
Greva birçîbûnê di roja 192'emîn de ye
- 09:54 6 Hezîran 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 39'emîn ev 191 roj in berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 39'emîn di roja 192'ê de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ve hatibû destpêkirin bi koma 39'emîn di roja 192'emîn de didome.
Greva li Yewnanistanê di roja 154'emîn de ye
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 154'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.