
Çalakiya malbata Şenyaşar 90 roj in didome
- 12:36 6 Hezîran 2021
- Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê adarê vir ve nobeda xwe ya "Edaletê" didomînin û ji ber qedexeya derketina li dervê li mala xwe nobetê didomînin. Çalakî 90 roj in didome.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam dike. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 90'an de ye. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina dervê ya ku bi sedema pandemiyê hatiye îlan kirin li mala xwe çalakiyê didomînin.
Malabat bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Em dixwazin doz vebe û edalet pêk bê." Her wiha ji ber tenduristiya Emîne Şenyaşar dê heftê 3 rojan nobet bê girtin. Her wiha heftê rojekê jî ji bo piştevaniyê biçin bajaran û rojên din jî dê li malê nobetê bigirin.