Zarokê ku ji serê xwe birîndar bû têkoşîna jiyanê dide

  • 12:44 6 Hezîran 2021
  • Rojane
 
 
RIHA - Li Serê Kaniyê, zarokê 11 salî H.Ç. bi guleya serê wî ket birîndar bû, 10 roj in di lênêrîna awarte de, têkoşîna jiyanê dide. 
 
Li taxa Bahçelîevler a navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, zarokê 11 salî H.Ç. bi guleya ku serê wî ket bi giranî birîndar bû. H.Ç., ê di encama guleya ku nehat zanîn ji ku derê ve li serê wî ketiye birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Harranê. H.Ç. 10 roj in di lênêrîna awarte de, têkoşîna jiyanê dide.  
  
Bavê H.Ç. Îbrahîm Ç., diyar kir ku mala wî kîlometreyek û nîv dûrî bajarê Serêkaniyê ya dibin kontrola Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) de ye û wiha got: “Gule çawan û ji ku derê hatiye li serê wî ketiye em nizanin. Kesekê tiştek ji me re ne got. Îfadeyên me jî nehatine girtin. Kesekî pirsa me jî nekir. Derbarê bûyerê de hîna tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Gule hîna, di serê kurê min de ye. Divê bê derxistin.”