50 rêxistinên sivîl li dijî êrişan gilînameyek da NY'yê

  • 14:05 6 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 50 rêxistinên sivîl, derbarê êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê gilînameyek pêşkeşî Nûnertiya NY'ê kirin û xwestin êrîş bên rawestandin. 
 
Ji berî niha li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabûn ku li dijî êrişên dewleta Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê gilî bikin. Hejmara wan rêxistinan bû 50 û îro li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê êrişan li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê kirin.
 
50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname pêşkeşî Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Her wiha li vir daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku dê heta dawiye mijarê bişopînin û dest jê bernadin.
 
Di daxuyaniyê de nûnerên saziyan axivîn û û gotin "Xwezaya Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest bavêje, em ê li dijî êrişan rawest in. Ji ber ku jîngeh û xweza mafeyek giştî ye. Em dest ji vî mafê xwe bernadin. Em van binpêkirina heta dawî bişopînin. Em ê vê mijarê bigihînin Parlamentoya Iraqê û aliyên din ên peywendîdar.”