Li Kirmaşan 2 jin hatin kuştin

  • 14:58 6 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê mêrekê ve 2 jin hatin kuştin.
 
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li taxa Gulistan a Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê mêrek kete malekê û 2 jinên xwişkên hev bûn bi çekê kuştin.
 
Heta niha derbarê bûyerê de agahiyek fermî nehatiye dayîn.