
Li rojhilat mêrekî jina pê re hat zewicandin kuşt
- 16:19 6 Hezîran 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî jina pê re hat zewicandin bi kêrê kuşt. Mêrê jina pê re hat zewicandin kuşt hat girtin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hat ragihandin ku li bajarê Îlam ê rojhilatê Kurdistanê jinek ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve hat kuştin. Li gorî heman çavkaniyê hat ragihandin ku mêrê kujer 35 salî ye û hatiye girtin.
Sedema kuştina jinên nehat aşkerakirin û kujer bi gotina di nav wan de pirsgirêk hebûye xwe parast.