ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 7 Hezîran 2021
  • Rojev
* Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku bi hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an re di pêvajoya 5 mehan de travma û bêhêviyê mezin hatine jiyîn û di dema ku mirov di hawira aştiyê de dijiyan de AKP’ê gel bi tabloyek giran re rûbirû hiştiye.
 
*Zahîde Kiliçoglu ku sê sale nikare biçe hevdîtina kurê xwe Dilxaz Kiliçoglu yê surgunê Girtîgeha Tîpa T ya Ereglî Konyayê hatiye kirin, daxwaz kir ku kurê wê sewqî girtîgehek nêz bê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Nazan Moroglu da zanîn ku bi taybet di sala dawî de mirinên biguman yên jin û zarokan zêde bûne û got: “Bi sedemên wekê  ku ne sûcin ‘ket mir, qeza bû, întîxar kir’ ve girê didin. Divê hemû mirinên biguman bên lêkolînkirin.” BI DÎMEN 
 
*Fatma Hulya Yildiz ya ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde ve hat qetilkirin, kujerê wê rastî cezayê muebeta giran hat. Parêzer Îrem Esra Komurcu Altun derbarê darizandinê de axivî û got ev biryar wê di dozên din de jî mînak be û got: “Ne cil û berg, ne rewşa baş, ne axaftina nerm, tu tiştek nebû sedema daxistina ceza. Gumanbar ceza xwe girt.” BI DÎMEN