Sê sale kurê xwe yê girtî nabîne

  • 09:02 7 Hezîran 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Zahîde Kiliçoglu ku sê sale nikare biçe hevdîtina kurê xwe Dilxaz Kiliçoglu yê surgunê Girtîgeha Tîpa T ya Ereglî Konyayê hatiye kirin, daxwaz kir ku kurê wê sewqî girtîgehek nêz bê kirin.
 
Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî be, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi dawî bin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û çalakî di roja 194’an de berdewam dike. Zextên li ser girtiyan jî her diçe zêde dibin. Malbatên ku girtiyên wan surgunê bajarên din tên kirin jî zor û zehmetiyên mezin dikşînin. Jina bi navê Zahîde Kiliçoglu ya li taxa Cumhuriyetê ya Gevera Colemêrgê dijî jî yek ji van malbatan e.
 
Malbat nikarin biçin hevdîtinê
 
Kurê Zahîdeyê, Dilhaz Kiliçoglu dema qedexeyên derketina kolanê ya li Geverê de bi îdiaya YPS’i ye hat girtin û rastî cezayê muebetê hat. Dilxaz ku 6 sale girtiye, du salan li Wanê girtî ma û piştre surgunê Girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê hat kirin.Ji wê rojê şûnde hevdîtinên bi malbatê re hatin birîn. Malbata ku ji ber sedemên aborî nikare biçin hevdîtinê, tenê bi telefonê ji kurê xwe agahî digirin.
 
‘Sê sale kurê xwe nabînim’
 
Zahîdeyê bi lêv kir ku 3 sale nikare biçe hevdîtinê û wiha pê de çû: “Ez dixwazim kurê xwe bibînim. 6 sale girtiye. Tu sûcê wî tunebû. 3-4 runiştin hatin kirin û cezayê muebetê danê. Kurê min ji Wanê surgunê Konyayê kirin. Dosyayek cuda ya din jî heye. ji wê dosyayê jî cezayê meubetê dan. Lê hîna ew ceza nehatiye erêkirin.”
 
‘Bila bînin bajarekî nêz’
 
Zahîdeyê daxwaz kir ku kurê wê bînin bajarekî nêz û ev tişt bi lêv kir: “Bi hinceta ku kurê min gardiyanan daye surgunê Konyayê kirin. Ji ber vê ez nikarim biçim Konyayê. Dema kurê min hat girtin gelek îşkence dît. Ew hîna di dilê min de ye. Yakem daxwaza min ev e ez kurê xwe bibînim. Bila bînin cihekî nêz. Ez bizanibim ku kurê min di çi rewşê de ye. Ji ber pandemiyê girtiyên edlî berdan. Lê zarokên me bernedan. Bila zarokên me jî demildest bên berdan.”
 
Zahîdeyê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber derfetên aborî nikarin biçin hevdîtinê û got ew dixwaze kurê xwe bibîne.