Di danişîna doza 33 jinan de 20 kes hatin binçavkirin

  • 11:51 7 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Danişîna doza 33 jinên ku li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibûn îro tê dîtin. Jinên ku xwestin bi daxuyaniyê piştgiriyê bidin jinên ku tên darizandin bi êrişa polîsan re rûbirû man. Rojnameger bi şîdetê re rûbirû man û 20 kes jî hatin binçavkirin. 
 
33 jinên ku betalkirina Peymana Stenbolê bi çalakiyekî şermezar kiribûn derbarê wan de doz hatibû vekirin. Îro li 28'emîn Dadgeha Ceza ya Asliyê doz tê dîtin. Platforma Jinan a Enqereyê xwest li ber edliyê derbarê dozê de daxuyaniyek bide. Lê herdû deriyên edliyeyê ji hêla polîsan ve bi barîkatan hatin girtin. Daxuyani bi hinceta pandemiyê hat astengkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Fîlîz Kerestecioglu, Zuleyha Gulum jî ji bo piştgiriyê bidin jinan hatin li ber edliyeyê. 
 
Jinên ku li ber edliyê pankarta "Peymana Stenbolê nayê darizandin" vekirin, bi êrişa polîsan re rûbirû man. Her wiha rojnamegerên ku dîmen keşandin jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Her wiha polîsan dest danî ser telefona nûçegihana me Dîlan Babat a ku dixwest dîmen bikêşîne. Polîsan êriş bir ser nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin jî.
 
Jinan bertek nîşanî êrişa polîsan da û ber bi kolana Sihhiyeyê ve bi dirûşeyan meşiyan. Li vir carek din polîsan êrişê jinan kir. Di çalakiyê de 20 kes hatin binçavkirin.