Nobeta edaletê di roja 91'ê de ye: Em bi biryar in, em ê edaletê bînin
- 12:24 7 Hezîran 2021
- Rojane
RIHA - Nobeta edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ên dibêjin "Em bi biryar in, em ê edaletê bînin" di roja 91'ê de didome.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeta edaletê dewam dike. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 91'ê de ye. Emîne û Ferît îro hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin.
Dê 5 rojan nobetê bigirin
Ferît Şenyaşar diyar kir ku lêgerîna wan a edaletê 3 meh li dû xwe hişt û wiha got:"Me mirin daye ber çavên xwe. Em bi biryar in, em ê edaletê bînin. Pirsgirêkên tendirustiyê yên diya min her diçe giran dibe. Tedawiyê jî qebûl nake. Ger edalet bê cih dê diya min tedawiyê qebûl bike. Em li vir bi piştevaniyê li ser piyan dimînin. Em dixwazin mirovên hestiyar piştgiriyê bidin têkoşîna me. Me berê gotibû em ê di hefteyê de 3 rojan nobetê bigirin lê em ê êdî 5 rojan nobetê bigirin."
Emîne û Ferît diyar kirin ku ew ê ji hefteyê 5 rojî li ber deriyê edliyeyê nobeta xwe bigirin û dawiya hefteyê ji ber qedexeyê dê li malê nobeta xwe dewam bikin.
Malbatê li ser hesabê medyaya xwe ya dijîtal ev parve kirin:"Me meşaleya ADÂLETÊ li ber Qesra Edaletê ya Rihayê şewitand. Bila tu tişt di tarîtiyê de nemîne. Her bersûcên hûn ceza nadên hîn bi hêz dibin û zilmê dikin. Werin! Em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê ji vê zilmê re bêjin na."