
Jinên hatin birînçavkirin serbest berdan
- 14:57 7 Hezîran 2021
- Rojane
ENQERE - 33 Jinên ku beriya doza jê tên darizandin dest pê bike xwestin daxuyaniyê bidin bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
33 jinên ku li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibûn hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hat vekriin. Beriya daneşîna doza 33 jinan a dê li 28'emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Enqereyê bê dîtin , jinên ku ji dozê dihatin dariznadin û Platforma Jinan a Enqereyê xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin. Lê jinên ku xwestin daxuyaniyê bidin polîsan êrîşî wan kir û bi lêdanê ew binçav kiribûn. 8 jinên endamên Platforma Jinan a Enqerê piştî karê wan li navenda polîsan qediya serbest hatin berdan.
Kesên hatin berdan navê wan wiha ye: Buse Uçer, Aysun Gençtanir, Gulçîn Polat, Sîbel Goktaş, Esma Çaglak, Îlay Kadîroglu û Sila Yilmaz e.