
Meclîsa Jinê ya HDP'ê li pirsgirêkên jinên kedkarên malê guhdar kir
- 15:25 7 Hezîran 2021
- Rojane
AGIRÎ - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" îro çûn zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçber hat kirin û piştre çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê. Jinan diyar kirin ku ji ber HES'a li gundê wan tê çêkirin hilweşandina ekolojîk pêk tê.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" îro çûn zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçber hat kirin û piştre çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Karaoglan di heyetê de cihên xwe girtin.
Heyeta piştî li pirsgirêk û daxwazên jinên koçber guhdar kirin derbasî Gundê Zîroyê bûn û li vir bi jinan re sohbet hat kirin. Jinan diyar kirin ku keda wan nayên dîtin û bertek nîşanî polîtîkaya îktidarê ya li dijî kurdan dan. Her wiha jinan bal kişandin ser texrîbatên ekolojîk ên li herêmê.
'Em nikarin berhemên xwe di nava şerdên baş de bifiroşin'
Jinekê bal kişand ser pirgirêkên dibînin û wiha got:"Em çar xwişk in. Yek li tekstîlê yên din li otelê dixebitin. Li gor perwerde ne tenê li dibistanê ye. Du hebên ji min biçûktir hene. Hem diwînin hem dixebitin. Her der ji bo me cihê perwerdeyê ye. Di warê aboriyê de xizaniyek heye. Li navendê tekstîlek vebû jin çûn lê bixebitin lê servîs tune ye. Li gund esnaf hene ew wan dibin. Di bin buhayê asgariyê de dixebitin. Serê sibehê saet ji 08.00'an heta 19.00'an dixebitin. Cotkarî bi dawî bû êdî. Sewalkarî bi dawî bû."
Jinan di heman demê de diyar kirin ku HES li gundê wan tê çêkirin û gotin darên wan tên birîn.
Heyetê pirsgirêkên jinan nîşe girt û ji wir veqetiyan.
Jin dê sibehê biçin Îdirê serdana jinên li baxçeyên mişmişan dixebitin.