
Qedexekirina mîtînga ziman a Amedê tê protestokirin
- 17:07 7 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî ya bi dirûşma "Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê" xwest li Amedê mîtînga fînalê li dar bixe lê mîtîng bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin. Qedexekirina mîtîngê li Ofîsa Yenîşehîrê tê protestokirin.
Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza ku “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” xwest li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga fînalê li dar bixe. Daxwaza mîtîngê bi hinceta pandemiyê ji hêla Walîtiya Amedê ve hat redkirin.
Li hemberî redkirina mîtîngê hevparên Tora Ziman û Çanda Kurdî li semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê kom bûn û xwestin ber bi Qada Îstasyonê ve bimeşin. Girseya ku xwest bimeşîn ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Her wiha kolanên nêzî Qada Îstasyonê û semta Ofîsê bi maşineyên zirxî hatin girtin.
Her wiha welatiyên ku dixwazin tevlî çalakiyê bibin hatin astengkirin.