
Salîha Aydenîz: Werin em bi hev re xaka Kurdistanê biparêzin
- 17:26 7 Hezîran 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li navçeya Sîlopyayê li gel Dayikên Aştiyê civiya û got: "Em bang li hêzên kurd dikin, werin em bi hev re xaka Kurdistanê biparêzîn."
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê û bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê bi minasebeta Roja Dayikan şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta "Dayik pêşenga jiyanê ye, ji dayîkan re xelata herî mezin aştiye" hat daliqandin. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê û bi sînevîzyona li ser berxwedana dayikan hat amadekirin dest pê kir.
Pişt re li ser navê Dayikên Aştiyê Asiye Tay axivî. Asiye, diyar kir ku tenê daxwaziya wan pêkanîna aştiyeke mayînde ye û bang li Serokê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî kir û got ku bila bes brakujî çêbibe.
‘Ev aşitiye jî bi Dayikên me pêkane ye’
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî. Nuran, bal kişand li ser rol û mîsyona Dayikên Aştiyê û wiha got: "Pêşengên tevgera jinên azad dayikên me ne. Gelê we û tevgera we bi we serbilindin. Bi salane em têkoşîneke edeletê didin. Cudatiya herî mezin ew e ku dayikên kurd ne tenê Dayikî kir, di heman demê de bûn şoreşgerên têkoşînê. Ji bo ku em Kurdistaneke azad ava bikin, divê em aştiyeke mayinde pêk bînin. Ev aştiye jî bi Dayikên me pêkane ye. Ev dem dema pêşengiya têkoşînê ye. Ji ber ku li her çar perçeyên Kurdistanê dayikên me berdelên giran dane. Em soz didin dayikên xwe heta ku xeyala wan a aştiyê pêk tê em ê tebikoşin."
‘Têkoşîna dayikan hêz dide têkoşîna me’
Piştre jî Hevseroka DBP'ê ya Giştî Salîha Aydenîz axivî. Salîha jî destnîşanî têkoşîna ku Dayikên Aştiyê didin kir û wiha got: "Di keseyeta dayika Ûveyş de ez hemû dayikên ku di oxira têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîrtînim. Têkoşîna dayekan hêz dide têkoşîna me. Em demên dîrokê de derbas dibin. Em kîjan keliyên jiyanê binêrin dayikek me pêşengiya vê demên dîrokî dikin. Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edeletê, azadî û aştiyê tedikoşe. Wê dayîkên me li hemberî vê zilmê têkoşîna xwe bilind bikin û wê tu caran serê xwe netewînin."
‘Dem dema şikandina tecrîdê ye’
Salîha, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Birêz Ocalan di rojhilatanavîn de bi sekna xwe û paradîgmaya xwe ya dîrokî bûye sedemê hêvî û baweriyê. Ji ber wê tecrîtê giran dikin. Îro bi girankirina tecrîtê êrîşî ziman dike û çanda kurd dike. Ji ber wê polîtîkaya tecrîtê berfirehtir dikin. Em dizanin ku çiqas tecrîtê giran bikin, şer giran dibe. Tecrît çiqas giran bibe kuştin, tunekirin jî ewqas zêde dibe. Çimkî ew jî dizanin ku dema ku aştî, demokrasî û azadî pêk hat qadên tarî nikarin hebûna xwe bidomînin. Ji ber ku weke xetereyê dibînin. Ji ber wê jî 22 sal in tecrîteke giran didomînin. Ji ber ku ew jî dizanin ku birêz Ocalan li hemberî faşîzmê têkoşîneke mezin dide. Ji bo wê Îmraliyê kirine laboratuvarek û her tim li ser wê tecrîtê giran dikin. Tecrît li ser hemû qadan giran dikin. Em li vir careke din dibêjin ku heta ku birêz Ocalan azad nebe em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Dem dema şikandina tecrîtê û azadkirina birêz Ocalan e."
‘Dixwazin ku Rojhilata Navîn bikin gola xwînê’
Salîha, bal kişand li ser operasyonên artêşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û axaftina xwe wiha domand: "Sed sal in dewleta Tirk li dijî Gelê Kurd polîtîkayên tunekirinê dide meşandin. Ji ber wê îro li çar perçeyên Kurdistanê êrîşî deskeftî û nirxên kurdan dike. Têkoşîna bi salane ku tê dayîn dixwazin binpê bikin. Dixwazin ku Rojhilata Navîn bikin gola xwînê. Çimkî dizanin ku heger Rojhilata Navîn azad bibe wê taritiya wan derbikeve holê. Çawa ku sedsal bêriya niha bi Şark Îslahatê xwestin Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendiyê bi plana hilweşandinê dixwazin Gelê Kurd tune bikin."
'Werîn em bi hev re Kurdistanê biparêzin'
Salîha, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze bira bi bira bide kuştîn û ev bangawazî li Gelê Kurd kir: “Pêwîste pêşengên kurd nekevin lîstokên dewleta tirk. Em li sînorê Sîlopiyê bang li PDK'ê dikin, dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe ji xwe re qadan vedike. Vê yekê qebûl nekin. Çawa ku Rojavayê Kurdistanê bajarê Sêrêkaniyê û Efrînê dagir kir, niha dixwaze bi heman pêkanîna xaka Başûr dagir bike. Divê em dirûşmeya parastina xaka Kurdistanê tevbigerin û bi hev re têkoşîn bidin. Tê xwestin ku Şengal bê dagirkirin û Mexmûr jî bê valakirin. Pêwîste pêşengên kurd vê bibînin û bi zanistiya parastina Kurdistanê tevbigere. Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn."
Piştî axaftinan bername bi girêdana govendê û bi dirûşmeyen "Bijî serok Apo" û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.