Şîlan Elmaskan: Yên zimanê kurdî nas nakin em jî wan nas nakin

  • 20:16 7 Hezîran 2021
  • Rojane
 
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî bi dirûşma "Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê" xwest li Amedê mîtînga fînalê li dar bixe, lê mîtîng bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin. Li dijî qedexekirinê nêzîkatiya li hemberê zimanê kurdî hate şermezarkirin kirin û wiha hate gotin: “Yên ku hebûn û nasnameya me nas nakin em jî wan nas nakin.”
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” xwest li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga fînalê li dar bixe. Daxwaza mîtîngê bi hinceta pandemiyê ji hêla Walîtiya Amedê ve hat redkirin. Li hemberî redkirina mîtîngê hevparên Tora Ziman û Çanda Kurdî li semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê kom bûn û xwestin ber bi Qada Îstasyonê ve bimeşin. Kolanên nêzî Qada Îstasyonê û semta Ofîsê bi makîneyên zirxî û polîsan hatin dorpêçkirin.
 
Piştî ku kolan hatin dorpêçkirin welatiyên ku xwestin tevli çalakiyê jî bibin hatin astangkirin.  Her wiha girseya ku li Kolana Hunerê kom bû xwest bimeşe Qada Îstasyonê lê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag, Huseyin Kaçmaz, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Serokê Giştî ya Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, nûnerên hevparên Tora Ziman û Çanda Kurdî di çalakiyê de cih girtin.
 
Welatî rastî êrîşa polîsan hatin
 
Welatiyên ku xwestin bimeşin li cihên cuda cuda kom ava kirin û ew kom ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseyên ku li cihên cuda cuda ên ofîsê kom bû dirûşmên " Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê" , "Ziman hebûna me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin. Piştî ku girse demek dirêj di bin dorpêça polîsan de ma xwest ji vê dorpêçê derkeve û di dema derketinê de polîsan êrîş bir ser girseyê. Di encama êrîşa polîsan de Parêzer Gulîstan Ataş ji milê xwe birîndar bû.
 
Girseya ku li taxa hunerê hat dorpêçkirin jî bi kilamên kurdî êrîş û qedexeya mîtîngê şermezar kir. Her wiha çend ciwan ji ber dirûşma " Bê ziman jiyan nabe" berz kirin û pankartên zimanê kurdî rakirin polîsan êrîşî wan kir .
 
'Em zimanê xwe dixwazin lê em tên tecrîdkirin'
 
Girseya ku li ser kolana  avahiya navçeya HDP'ê ya Yenîşehîrê lê ye  dima ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û girseyê li dijî dorpêçkirinê li ber xwe da. Di nav komê de ji dayikên laçikspî Aklîne Hanas bi stranên kurdî û dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" dorpêçkirina polîsan şermezar kir. Aknîle got: " Em ji bo zimanê xwe dixwazin bimeşin. Hûn çima me asteng dikin? Ji ber zimanê  me hûn çima me tecrîd dikin. Ziman hebûna mirovan e. Ez kurd im û ji bo zimanê xwe li vir im. Kî li hemberê zimanê min be ez jî li hemberî wan im."
 
'Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn'
 
Zexta polîsan li ser her çar koman jî berdewam kirin. Dayikek li hemberê zextê polîsan wiha axivî " Em dayik in, em kurd in. Zimanê me kurdî ye û em mecbûr in ku bi zimanê xwe biaxivin. Bes êdî şer û pevçun pêk bên. Bes êdî dayik ewqas zilm bikişînin. Zimanê me mafê me ye, em bi zimanê xwe dixwazin bijîn. Ji ber ku zimanê me qedexe ye em li her derê rastî zilm û tehdeyê tên. Em dixwazin zimanê me azad be û zarokên me bi zimanê me bijîn."
 
Welatiyên di bin dorpêça polîsan de demek dirêj çalakiya runiştînê pêk anîn û kilamên kurdî strandin. Girse di bin dorpêçê de pankartên xwe yên “ Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” ,  “ Her netew bi zimanê xwe heye”, “ Ziman ne barê koçberiyê ye” vekirin.
 
‘Em nêzîkatiya li hemberê zimanê kurdî protesto dikin’
 
Piştî nêzî 4 saetan welatiyan çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kirin û xwestin bimeşin. Lê belê dîsa hatin astengkirin û di wê navberê de Parlementerê HDP’ê  Îmam Taşçier wiha got: “ Ez ji çapemeniyê re daxuyanî nadim. Em nêzikatiya polîsan şermezar dikin. nêzîkatiya li hemberê zimanê kurdî şermezar dikin.”
 
‘Yê hebûn û nasnameya me nas nakin em jî wan nas nakin’
 
Her wiha Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmaskan jî axivî û wiha got “ Em daxuyaniyê nadin, em li hemberê we bertek nîşan didin. Yên ku zimanê kurdî nas nake, hebûna me jî nas nake.  Yên ku nasname û hebûna me nas nake, em jî hebûn û nasnameya wan nas nakin. Çawa ku we me di peymana Lozanê de welatê me kiriye  4 parçe îro jî di hêla ziman de me dikin 4 parçe. Em ê heta dawî xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê kurdî hebûn û nasnameya me ye.”
 
Piştî bertek û nerazîbûnan girse belav bûn.