Safiye ya kargeha şanborekan vekir: Em li dijî êrişên li ser kedê dixebitin

  • 09:02 8 Hezîran 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînî şaredariyê dibe şûnde Safiye Kapçak dev ji xebatên şaredariyê berdide û kargeha şanboreka vedike. Safiyeya ji bo debara xwe û zarokên xwe bike bê navber dixebite wiha got:"Em tucarî ne dev ji qadan ne jî dev ji aboriya xwe berdidin. Em ê weke jin destkeftiyên xwe û civakê jî biparêzin. Em li dijî êrişên li ser kedê dixebitin."
 
Li  herêmên kurdan polîtîkayên xizankirina civakê tên meşandin û bi taybet jî cihê jinê di kedê de kêm dikin. Bi tayînkirina qayûman re mînakên van polîtîkayan eşkere xwe nîşan dan. Di serî de dûrxistina jinê ya ji kar, girtina saziyên jinan nîşan dide ku dixwazin jinê têxin tengasiyê. Herî dawî jî bi dizîyên ku kirine bûn rojeva herêmê. Safiye Kapçak (50) a li navçeya Şemrexa Mêrdînê rûdinê jî yek ji wan jinên xebatkarên şaredariyê bûn. Piştî ku qayûm hat tayînkirin û gelek rêhevalên wê hatin binçavkirin wê jî îstifaya xwe da û ji bo debara xwe bike kargeha şanboreka vekiriye. Safiyeyê bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got:"Dixwazin jinê û civakê mexdûr bikin lê em ê bi hewildana xwe tu carî nehêlin ku em bi destên wan mexdûr bibin."
 
'Min roja yekem kar terikand'
 
Safiye Kapçak di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser karên xwe yên destpêkê û wiha dibêje:"Di salên 2014’an û 2019’an de jî ez di şaredariyê de di beşa pêkhateya jinan de dixebitîm. Lewra her du caran jî li dijî vîna gel êrişek pêk tê û qeyûm tayînî şaredariyan tê kirin. Ev êriş bi taybet li dijî jinê û destkeftiyên wê pêk hat. Bi dehan hevalên me bi awayekî bê hiqûq hatin girtin. Min jî di roja yekem de îstifaya xwe da û min karê xwe terikand. Piştî vê yekê jî min kargehek a şanborekan vekir. Li vir ez ji esnafan re û derdorê re şanborekan çêdikim û difiroşim."
 
'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Safiyeyê da zanîn ew ê her destkeftiyên xwe biparêzin û wiha domand:"Dixwazin jinan bê kar bihêlin û di nava profîla ku ji bo jinê ava kirine de wê bi cih bikin. Lê belê jin divê her tim rêxistina xwe xurt bikin û li dijî vê yekê têbikoşin. Ger jin bixwazin dikarin gelek tiştan bi ser bixin. Ez jî li 5 zarokan temaşe dikim. Heta niha jî ez wan bêminetî didim xwendin. Min û gelek rêhevalên min nîşan dan ku ew li hemberî wan polîtîkayan serî natewînin. Em ê debara xwe jî bikin û karê xwe yê partiyê jî bide meşandin. Em niha jî bi gel re di nava têkiliyê de ne. Em tucarî ne dev ji qadan ne jî dev ji aboriya xwe berdidin. Em ê weke jin destkeftiyên xwe û civakê jî biparêzin."
 
'Em li dijî êrişên li ser kedê dixebitin'
 
Safiyeyê niha li ber bazara Şemrexê şanborekên bi qiyme, pîvaz û penîr çêdike û difiroşe. Safiyeya debara xwe bi vî rengî dike wiha pê de çû:"Bê guman em ji şaredariyê veqetiyan û me kargehek vekir. Lê polîtîkayên şaş ên aboriyê civakê ber man û nemanê ve dibe. Welatiyên me di nava xizaniyek mezin de ne. Niha em xebatkar jî bin enceq em zikê xwe têr bikin. Ji ber rewşa aboriyê ya xirab bi sedan esnafan kargehên xwe girtin. Bi taybet ji bo em nexebitin astengiyan didin pêşiya wan. Beriya min jinek di vê firoştgehê de dixebitî, lê ji bo nikaribû pereye ceyran û kîrê derbixe vale kir. Divê bi lezgînî bi hewara civakê ve werin. Wisa nameşe. Xizan her ku diçe xizantir dibin. Lê belê dîsa jî em li dijî êrişên li ser kedê dixebitin. Em serî natewînin."
 
'Ez li dijiî hişmendiya mêr a zayendperest im'
 
Safiyeyê li aliyekî şanborekên xwe çêdike û li aliyekî jî bi me re diaxive. Bi qasî ku ji me re dibêje ew rastî eleqeyek mezin tê û ev jî ji wê re dibe moral û motîvasyonek mezin. Ez ne tenê li dijî polîtîkayên şaş ên îqtidarê, li dijî hişmendiya zayendberest û takekes a mêr jî têdikoşin. Di rastiyê de ferqa herduyan tune ye. Niha jî ji ber vê rewşa min gelek jin kêfxweş dibin û ji bo ku ez têkoşînê didim min pîroz dikin. Ev min kêfxweş dike û li gel wê jî ez dikarim firotinek baş bikim."
 
'Şanborek çanda kurdî ye'
 
Safiyeyê yek ji sedemên vekirina cihê şanborekan jî wiha şîrove dike:"Şanborek çandek me y kurdan a qedîm e. Li her herêmê cuda tê bi navkirin lê çandek me ya hevpar û jê tê hezikirine ye. Mezinên me vê weke xwarinek xwe didîtin û li gorî çanda xwe bi zêdahî çêdikirin û li cîranên xwe parve dikirin. En jî niha wê didîn jiyîn. "
 
'Divê em xwedî li vîna xwe derkevin'
 
Safiyeyê da zanîn divê ew xwedî li vîna xwe derkevin û wiha bi dawî kir:"Hêvî dikim ku di aliyê aboriyê de rewşa me hemûyan bigihêje astek baştir. Em dizanin ev yek di destên kê de ye. Li rex wê divê em xwedî li vîna xwe derbikevin. Ger em dernekevin jî wê weke roja îro li ser malên me rûnin û tenê xwe dewlemend bikin. Em dibînin çiqas dizîtî û sextekartî pêk tên."