Li ber Edliyeya Rihayê roja 94'emîn

  • 12:24 10 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobetê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" dabûn destpêkirin di roja 94'emîn de dewam dike. Lê belê rayedar li hemberî daxwazan hîn bêdeng in. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 94 roj in ji bo edaletê di nobetê de ne. Emîne û Ferît ên serê sibehê hatin ber edliyeyê dowizên "edalet" li ser hatibûn nivîsandin li erdê danîn û dest bi nobeta xwe kirin. 
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê twittirê Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, Wezareta Dadê, Baroya Îzmîrê, Baroya Enqereyê etîket kir û ev daxwaz parve kir:"Bila Dosyaya Komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin! Kî sûcdar be bila hesab bide! 3 sal berê 3 mirovên me hatin qetilkirin û tu rayedar vêya înkar nakin. Em dozgerên wêrek ên dikarin vê hewcedariyê bîne cih dixwazin."