KCD, DBP û HDP li dijî talankirina xwezayê çalakiya rûniştinê li dar xistin

  • 14:39 11 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Komîsyona Ekolojiyê ya KCD, DBP û HDP li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cudî çalakiya rîniştinê li dar xist. Di daxuyaniya hevpar ku hat dayîn de banga xwedîderketina li xwezayê hat kirin.
 
Di pêşengiya Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Heremên Demokratîk(DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li Çiyayê Cudî ku demeke şewat  dest pê kiriye û li ser texrîbata li Bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê ku  li qûntara Çiyayê Cudî ye çalakiya runiştinê hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk, Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP'ê Tûlay Hatîmoglu, Dersîm Dag, Hûseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, endamê MYK'ê Salîm Kaplan, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, ekolojîst,  û gelek kes beşdarî çalakiya runiştinê bûn.
 
Beriya çalakiyê ji Şirnexê û heta Gundikê Melî rêyên ku diçin gundan ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û kirin bin ablûqayê. Girseya ku hat cihê çalajiyê li dar bixe leşkeran bi dronê dîmenê wê kişand. Beriya çalakiya runiştinê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Xweza hebûna mirovahiyê ye werin em bi hev re li xwezaya xwe xwedî derkevin" hat vekirin. Her wiha dovîzên “Cudî dişewite”, “Li xwezayê xwedî derkeve” hatin rakirin. Di serî de Parlamenter Tulay Hatîmoglu axivî. 
 
'Li Kurdistanê polîtîqayek cuda tê meşandin'
 
Tulay, anî ziman ku li Tirkiye û hermên cuda talankirina xwezayê tê jiyîn û got: "AKP-MHP pergala 5 çeteyên ku xwe li ser nigan digirin e. Ev pergal li ser rantê tê meşandin. Li dijî mirovahiyê zirarek mezin heye. Divê xwedî li nasname, ziman û ekolojiyê bê derketin. Îro zirarê didin xwezayê û vî şerî dimeşînin. Li Akdenîz, Karadenîz,, Ege û Kurdistanê li dijî talankirina xwezayê têkoşîna jinan berdewam dike. Em bi qeyranek tendûristiyê re rûbirû ne. Li Kurdistanê polîtîqayek cuda tê meşandin. Em dibînin ku li şûna darên tên birîn qereqol tên çêkirin."
 
Bangawazî
 
Tulay, diyar kir ku talankirina xwrezayê ne bi tenê pirsgirêka gelê heremê ye û wiha domand: "Bi salane şewata ku berdewam dike dawiya wê nayê. Îqtîdara AKP'ê ji polîtîqaya  şer ku li diji kurdan dimeşîne de bi israre. Em dizanin ku ava qirêj îro tevlî ava Marmarayê dibe. Îro zirara ku didin xwezayê ne ji bo rêyên leşkerane, dixwazin li vir erdnîgariyek bê jiyan ava bikin. Li Tirkiyê berê jî pirsgirêka ekolojiyê hebû. Lê belê ev pirsgirêk hatin gûherendin. Em bang li ekolojîstan dikin û dibêjin; Cudî ya me ye. Em xwedî li axa xwe derbikevin. Werin em bi hev re li dijî talankirina xwezayê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk axivî û destnîşan kir ku di demên dawiyê de talankirina xwezayê gelek zêde bûye û wiha pêlda axaftina xwe: “Li dijî dijminatiya li ser Gelê Kurd îro ev talankirina xwezayê tê kirin. Îqtîdar ji bo ku xwe biparêze xwezaya Tirkiyê vedigûherîne rantê. Îro vê talankirinê pergala kapîtalîzmê dike. Li dijî mirovahiyê zirarek mezin heye. Îro êrîşî ziman, nasname û xwezaya me dikin. Banga me ew e ku li Tirkiyê hemû kesên ku dijîn ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin rabin ser nigan.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşa “Bimre îxanet” û “Cudî dişewite” hat berzkirin û dest bi çalakiya rûniştandinê kirin. Di çalakiya rûniştandinê de girseyê stran got û çalakiya xwe bi dawî kir.