Çalakiya nobeta 'Edaletê' di roja 99'an de ye
- 12:26 15 Hezîran 2021
- Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku bi daxwaza "Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe di roja 99'an de berdewam dikin li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kirin, "Dozger zêde ne lê cesaret nakin, zilm jî zêde ye lê kesek hesap napirse."
Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda "Edaletê" dewam dike. Malbata Şenyaşar îro cara 99'an li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir, "Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe di roja 99'an de berdewam dikin li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kirin, "Darz heye lê îrade tune ye, zilm jî zêde ye lê kesek hesap napirse."
Bendewariya malbatê ya li baxçeyê edliyê didome.