Jinên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 09:47 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Platforma Jinê yên xwestibûn daxuyaniya çapemeniyê bidin û polîsan li wan dabûn û hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Rêxistinên ked û karkeran, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera Berxwedana 15-16’ê Hezîranê, li ber Peykerê Madencî ya  li Kizilay a Enqerê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan êrişî wan kiribûn û gelek kes binçav kiribûn. Polîsan li gelek jinan dabûn û ew kiribûn bin çavan. Kesên di mudaxileya polîsan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Dûre Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak jî di nav de 6 kes hatibûn biçavkirin û biribûn Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. 6 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin, dûre serbest hatin berdan.  
 
Navê kesên hatin berdan wiha ne:  Aysun Gençtanir, Dilan Mollaahmetoglu, Buse Uçer, Esma Çaglak, Sena Bademli, Nisan Çira, Asli Saraç,  Îlay Kadiroglu, Duru Gurkok, Nebiye Mertturk, Asya Derin, Emel Vural, Nupelda Çelik û Tugba Koçer.