
Dayikên Aştiyê yên hatin serdana Emîne Şenyaşar hatin dorpêçkirin
- 13:05 17 Hezîran 2021
- Rojane
RIHA - Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê yên ku çû serdana nobeda "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 101'emîn de didome. Weke her roj dayik û kurê xwe bi destpêka mesaiyê hatin pêş Edliyeya Rihayê û bi vekirina dowîza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlamenter heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya xwe kirin.
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday, Cemile Çiftçi, Perihan Akbulut, Gulşen Dag, Hikmiye Onel û Bediha Gokguz ji bo piştigiriya çalakiya nobeda "edaletê" hatin Rihayê û beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Aştiyê laçika spî ya sembola aştiyê dan Emîneyê. Ew ê Dayikên Aştiyê heta êvarî çalakiya rûniştinê ya nobedê bidomînin.
Polîsan Dayikên Aştiyê yên ji bo piştevaniyê çûn serdana Emîne Şenyaşar dorpêç kirin. Polîsan pirsa ew ê Dayikên Aştiyê kengî biçin kirin û bi hinceta çapemenî polîsan dikşîne polîsan xwestin dayikan asteng bikin.
Dayikan diyar kirin ku ew di mijaraq nobeda "Edaletê" de bi israr in. Piştre polîsan êrişê dayikan kirin û li Emîne û Ferît dan.