
Li Stenbolê êrîşa li Îzmîrê hat şermezarkirin
- 16:53 17 Hezîran 2021
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bi sedan kes daket kolanan û êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz şermezar dike.
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr a Stenbolê bi sedan kes li Meydana Şîşxaneya Beyoglûyê li hev civiya û û êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyroz protesto dike. Girse bênavber dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” berz dike û hêrsa xwe ya li dijî êrişê û qetilkirina Denîz Poyraz nîşan dide.