
Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
- 11:25 18 Hezîran 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Kujerê Denîz Poyraz Onur Gencer ê êrişî HDP’ê kir, sewqî edliyê kirin.
Onur Gencer ê ku piştî êrişa çekdarî li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê pêk anî û xebatkara patiyê Denîz Poyraz qetil kir hat binçavkirin. Kujer Onur Gencer ku îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê hat girtin, sewqî Edliyeya İzmîrê hat kirin.
Gencer di îfadeya xwe ya duh li miduriyeta polîs da bû de, wiha gotibû: “Ger kesên din hebana, min ê gule berdaba wan jî.”