Li Mexmûrê greva birçîbûnê bi biryardarî didome
- 11:46 18 Hezîran 2021
- Rojane
MEXMÛR - Li wargeha penaberan ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatî destpêkirin, di roja 183’yan de bi biryardariyek mezin didome.
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmurê 183 roj in bi koma 92'yan didome û çalakiya ku hatiye destpêkirin her roj ji aliyê gelê wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.
‘Lê bila bizanin em tucar tune nabin’
Li ser navê gel Oznur Kaya axivî û wiha got: "Em destpêkê de ji bo tevlîbuna we ya çalakiya greva birçîbûnê serkeftinê dixwezin. Dema mirov temaşe dike li Avaşîn, li Metîna, Heftanîn, Gare, Xakurkê û li tevayî cihên ku niha dijmin êrîş dibe ser wiha di fikirin ku wê kurdan tune bikin. Lê bila bizanin em tucar tune nabin û li beranber van êrîşan berxwedana gerîllayên me ya bê hempa em pîroz dikin, silav û hurmetên xwe jêre dişînin. Ji ber berxwedaniya gerÎlla taru mar bune, ji ber ku hêza wan têrê nake niha li beranber vana kîmyasal kartîne. Armanc û daxaza me ya sereke azad kirina Rêber Apo ye û bi fîzîkî em di nava xwe de bibînin.”
‘Mexmûr hemû şahidiya êrîşên dewleta faşîst dikin’
Li ser navê çalakvanên greva birçîbunê jî Qedrî Şîrîşeyî xêrhatina gel kir, wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di çaroveya ‘Dem Dema Azadiyê’ ya ji bo Rêber Apo de gel pêngavek daye destpêkirin, weke civaka wargeha Şehîd Rustem Cûdî em jî parçeyek ji vêne. Di encama hovîtiya dijinê me dewleta rejîma faşîst ya Tirkiye hebûna me ya li vir bixwe îspata bingehîn ya vê yekê ye. Bi salan vê rejîma faşîst bi her cure êrîşan li ser gelême hatiye pêkanîn, tu êrîş nînin ku li ser me ne kirî. Ev civaka li Mexmûr hemû şahidiya êrîşên dewleta faşîst dikin, jê ne xerîbin û bi çavên xwe şahîdê êrîşane. Rejîma fşîst êrîş meşandine li ser gelê me, xaka me, ser zimanê me û bi taybet di şexsê Rêbertiya me de çi tînin ser civaka kurd li ber çavên hemû aliyan dikin û diyare. Gelê wargehê jî parçeyek ji vê berxwedanê ye ku bi salane li ber xwe dide li beramber dewleta faşîst ya Tirk."
‘Êdî hed û hesabê van êrîşên nîne'
Qedrî di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: "Qetlîaman li hemberî jin, zarok, xweza û heya li ser hemû cure lawirên ku li ser axê jiyan dikin avê li ser qut dike êdî hed û hesabên van êrîşan nînin. Di şexsê Rêbertiya me, girtiyên zindanan de em di berxwedana gelê xwe de serkeftin di xwezin û ji bo pêşvecûnê ji bo azadiyê dem nêzîk bûye. Dijmin nikare îrada me, îrada Gelê Kurd, îrada zindanan teslîm bigirin ji ber vê yekê çareserî tenê azadiya Rêber Apo re derbas dibe.”