
'Dem ew dem e, em ê hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin'
- 11:48 18 Hezîran 2021
- Rojane
ENQERE - Jinan êrişa nîjadperestî ya li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz şermezar kirin û gotin:"Dem ew dem e em ê hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin."
Do di saetên serê sibehê de Onur Gencer bi çekê êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir. Di êrişê de xebatkara partiyê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Dema Onur Gencer hat binçavkirin ew kelepçe nekirin û vê yekê bal kişand. Bi ambulansê cenazeyê Denizê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK). Ew ê îro cenazeyê Denizî li Kadifekaleyê bi merasîmekê bê definkirin.
Her wiha gelek kes li dijî êrişê û qetilkirina Denizî herikîn ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û bertek nîşanî êrişa nîjadperestî dan.
Ji gelek aliyan jinan bertek nîşanî êrişê û qetilkirina Denizê dan.
'Dem ew dem e em hêza xwe bikin yek'
Seroka Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren da zanîn îktidar salên dirêj e HDP'ê dike hedef û wiha got:"Ev êrişa li ser HDP'ê di heman demê de li ser jin, karker, kesên serî hildidin, kesên tên çewisandin, LGBTİ+'yan hatiye kirin. Ji aliyê çeteyê cîhadparêz ê îktidara faşîst AKP wî xwedî dike rêhevala me Denizê hatiye qetilkirin. Divê tenê em şermezar nekin em li dijî faşîzmê bibin yek. HDP nikare bê girtin. Dixwazin HDP'ê krîmînalîze bikin. Ev êriş encama vê yekê ye. Em tu carî bêdeng namînin. Em têk neçin. Dem ew dem e em hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin."
'Divê em li gel HDP'ê bisekinin'
Endama Alinterî Zarife Çamalan da zanîn di nava dewleta kûr de şerê berjewendiyê heye û ev jî dibe sedem êriş li jin, karker, gelan bê kirin û wiha domand:"Ew di nava çopa xwe de pev diçinin lê belê dîsa li ser pişta me siwar dibin û êrişê gelên tên çewisandin dikin. Ew keda karker, kedkar û gelan binpê dikin. Êrişên wan ên li ser kurdên bi salan e tên çewisandin dewam dikin. Êrişî avahiyên HDP'ê dikin. Çimkî ew qeyrana di nav xwe de nikarin çareser bikin. Divê em li gel HDP'ê bisekinin û têkoşîna azadiya mirovatiyê bihonin."
'Ji ber sekna kurdan a polîtîk ev êriş li wan tê kirin'
Endama Komisyona Kedkar û Karkeran Songul Dogan bal kişand ser êrişên di encama tifaqa AKP-MHP'ê û wiha domand:"Îktidara AKP-MHP'ê çiqas hêzê winda dike ewqas êriş dike. Dema di quncikê asê dibin êrişî kurdan dikin. Êrişa li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê nîşaneya vêya ye. Doza Kobanê ya tê dîtin jî perçeyekî vê yekê ye. Îro bi êrişên li ser kurdan û gelên Tirkiyeyê bi polîtîkayên şovenîst dixwaza girseya xwe ya bi çek û paşverû li ser piyan bihêle. Ji ber sekna kurdan a polîtîk ev êriş li wan tê kirin. Em ê wekî kedkar, karker, şoreşger, sosyalîst li dijî van êrişana bêdeng nemînin û em ê yekîtiya xwe ya rêxistinkirî biparêzin."