
Gûmanbarê qetlîama li avahiya HDP'ê hat girtin
- 12:26 18 Hezîran 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Onur Gencer ê ku êrîşî avahiya HDP'ê ya li Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, hat girtin.
Onur Gencer ê ku bi çekê êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, piştî karê wî li emniyetê qediya sewkî edliyê hat kirin. Kujerê ku sewkî edliyê hat kirin, piştî li Dadgeriya Sulh Cezayê hat girtin.